1 Ocak 2009

TRT 6 ŞEŞ KANALA KURDİ İRO SEET 19:00 DE BI ZINDİ DEST BI WEŞANÊ DIKE

http://surgucum.googlepages.com/TRT6SesKurtceKanaliLogosu.JPG

Qanala nû a Sazîya Radyo Televîzyona Turkîye TRT, piştî weşana testê, vê êvarê dest bi weşana xwe ya bernameyî dike. TRT 6 (şeş)a ku mudetê hefteyeke ye weşana testa wê berdewam bû, bû sebebê kêfxweşîyekê gellekî mezin. Îro di saet 19 (Nozdeh)ê evarê de bi weşana zindî re ewê numaya qanalê jî bête dîtin. TRT 6 (Şeş) a ku bi doza weşaneke famêlî û kulturî ewê dest bi weşana xwe bike, ewê li ser TURKSAT 3A bête dîtin.

TRT 6 (Şeş) her sibeh, ewê bi hin xeberên kurt ekrana xwe veke. Weşana rojane jî ewê dîsa bi xeberên şevê bi dawî bibe. Ji pevçûna reytingê dûr, lêbelê bi meqseda ku gellek bernameyên mîna ên jin-malbat, zarok, tenduristî, perwerde, muzîk-şadimanî, belgefîlm, sînema, rêzefîlm, xeber û werzîşê biîne ekranê ewê weşanê bike.

Zimanê weşanê bi giranî ewê zaravê kurmancî be. Digel wî, bi zaravayên zazakî, soranî û bi zimanê tirkî jî ewê bername çêbibin. TRT 6 (Şeş) jibilî TURKSATê li ser pêla Dsmart 82 jî derdikeve. Ji bo ku li ser TVya bi qablo, û platformên digital ên din jî weşan bibe, xebat têne kirin. Tu bi xêr hatî TRT 6 (Şeş)

Satalayt u Freqansa TRT 6 Şeş Bı Kurdi

Navé Satalayté...: Türksat 3 A Roava
Frekans:...........: 12685
Polarizasyon......: Horizontal
Symbol Rate......: 30000
Fec.................: 5/6


TRT 6 ŞEŞ KANALE KURDİ DI İNTERNETE DE BI ZINDİ TEMAŞE BIKE


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Yorumlama biçimi kutucuğundan Adı/Url 'yi seçerek, isminizi ve dilerseniz mail veya site adresinizi yazıp yorumunuzu gönderin. Yorumunuz Editör onayından geçerse yayınlanacaktır. Küfür, Hakaret, İftira ve SİYASİ içerikli yorumlar ve Adı Soyadı belirtilmeyen yorumlar yayınlanmıyacaktır. Surgucum