3 Mart 2009

KEÇIKA NIFTIKFIROŞ

KEÇIKA NIFTIKFIROŞ

KEÇIKA NIFTIKFIROŞ

Çîrokeke Hans Christian Andersen
Wêne: Rahman Hussein-Izeddin Jalal

Rupel 1

Hebû carek ji caran, xêr û xwesî bibarin li hazir û guhdaran.
Dibêjin rojekê hewa ecêb sar bû; ji serê sibê ve berf dihat; dinya hêdî hêdî tarî
dibû. Ew roj, roja dawîn a salê bû, yanî seva sersalê bû. Dora rojê wê bûbûya saleke
nû. Li derve bayekî sar, sermayeke mîna qesa hebû. Di wê roja sar de keçikeke biçûk
li kolanan dimesiya. Ne sewqeyek li serê wê, ne jî cotek gore li piyên wê bûn. Serê
sibê dema ew ji malê derketibû, cotek simik ê pir kevn û jê re pê re mezin xistibû
piyê xwe.
Gava ku keçika biçûk derket derve û xwest zûzûka xwe ji erebeyan bide alî,
simikên wê ji piyên wê derketin. Ew li hêviyê ma ku erebe tev derbas bibin û here
simikên xwe ji cadê bîne. Lê belê tam di wê kêliyê de kurikekî biçûk û sûm rahist
ferek simika wê, bazda çû; fera din jî di bin tekerên erebeyan de perçiqîbû. Êdî keçika
feqîr pêxwas mabû.
Keçika biçûk çend pakêt niftik xistibûn nav çenteyeke kevn û avêtibû stûyê xwe.
Wê pakêtek jî girtibû destê xwe û ji bo ku wan bifirose, kolan bi kolan digeriya. Lê ji
ber ku hem hewa pir sar bû, hem jî ew roj, roja dawîn a salê bû, herkesî dilezand,
haziriya xwe ya sersalê dikir û qet bala xwe nedidan halê perîsan ê keçikê. Êdî bûbû
sev û keçikê pakêtek tenê jî niftik nefirotibû. Ji sermayê bedena wê diricifî, ji
birçînan jî dilê wê dibihurî. Lê ew hê jî li bendê bû ku niftikên xwe bifirose.
Kuliyên berfê xwe li porê wê yê res radipêçiya. Porê wê ji berfê spî bûbû. Hemû
paceyên xaniyan bi ronahiya lampeyan dibiriqîn; hema hema ji hemû malan bêhna
xwes dihat, bêhna gostê qazên birastî. Ew qaz ji bo sîva sersalê hatibûn birastin. Ji
birçînan û ji ber wê bêhna xwes gavên wê sist dibûn û wê hew dikaribû bimesiya.

Rupel 2

Keçika niftikfiros wisa westiyabû û wisa cemidîbû ku dawiyê fikirî li navbera du
xaniyan, li quncikekî rûnê, bêhna xwe vede. Keçik li wî quncikî rûnist û piyên xwe
yên biçûk ber bi xwe ve kisandin; lê belê ew ji berê zêdetir dicemidî û dilerizî, lê dîsa
jî wê nediwêrî vegere mala xwe. Ji ber ku wê banknotek tenê jî qezenc nekiribû û
bavê wê jî lê bidaya.
Destên biçûk ên keçikê ji sermayê qerisîbûn. Wê kêliyê tistek hat bîra wê. Wê di
dilê xwe de got “Ma wê çi be ez tenê darikekî niftikê bisewitînim û tiliyên xwe piçek
germ bikim?”. Wê wisa got û pistre rahist darikekî niftikê sewitand. Weyy, ew çi
ronahiyeke ges, çi germahiyeke sîrîn bû! Bi germahiya agirê darikî keçika niftikfiros
ket nava xeyalan. Wê digot qey ew li ber sobeyeke mezin û germ rûnistiye. Keçika
feqîr tam piyên xwe yên qerisî ber bi sobeyê ve dirêj bikirana ku bi carekê agir tefiya
û sobe ji ber çavên wê winda bû. Keçikê dît ku ew bi tena serê li quncikê rûnistiye û
di destê xwe de wî darikê niftikê ku heta nîvî sewitiye digire.
Keçika niftikfiros darikekî din jî sewitand û dîsa ket nav xeyalan: Bi ronahiya
agir, êdî dîwarê malê jê re xuya nedikir. Li nava malê, li salona mezin, maseyeke
xwarinê hebû: rûbereke spî û delal li ser maseyê hatibû raxistin, li ser jî sênîkên
porselen ên muhtesem hebûn. Tam li ortê maseyê, di nav tepsiyekê de qazeke birastî
hebû. Lê bi carekê qazê xwe ji maseyê çeng kir, ket erdê û bi kêr û çetela bi pista wê
ve daçikandî, berê xwe da keçikê û li ber sekinî. Lê di wê kêliyê de agirê darikî
vemirî. Li pêsiya keçikê, ji dîwarekî stûr û pê ve dîsa tu tist nema.
Keçikê darikekî din pêxist û wê xwe li ber dareke xemilandî ya sersalê dît. Bi
sedan findên biçûçik ên rengorengo bi darê ve daleqandî bûn û tev pêketî bûn. Keçikê
destê xwe dirêj kir ku yek ji wan findan bigire, lê belê ew darik jî vemirî û wekî ku
dar ber bi asîmanê ve hilkisiya û find jî li asîmanê tevde bûn stêrk. Yek ji wan
stêrkan li asîmanê xetek kisand, ber bi jêr ve semitî û winda bû çû. “Aah, dîsa kesek
wê bimire!” got keçika biçûk di dilê xwe de.
Belê, dapîra wê jê re gotibû ku “Gava stêrkek bixurice, yanî bisemite, wê çaxê
canek wê hilkise jorê û here bihustê.” Ax, ew dapîra delal, yekane kesa ku pir ji
keçika biçûk hez dikir û jê re qenc bû, berî bi demekê ew jî mîna stêrkekê xuricîbû.

Rupel 3

Keçikê darikekî din pêxist, ronahiyeke ges çêbû û dapîra wê ya ixtiyar hat li ber
keçikê sekinî. Keçikê xwe avêt hembêza wê û qîriya got: “Pîrê ! Dapîra min a delal,
min jî bi xwe re bibe! Ez dizanim dema ku ev darik vemire, tuyê jî herî. Wek sobeya
germ, wek qaza birastî û wek dara xemilandî ya sersalê, tuyê jî ji ber çavên min
winda bibî. An li vir li ba min bimîne, an jî min bi xwe re bibe.”
Û keçikê darikekî din jî sewitand, pistî wî yekî din û yekî din..., heta ku wê
hemû pakêt xilas kir ji bo ku dapîra xwe ya delal hinekî din jî li ba xwe bigire. Wê
demê dapîra wê keçik girt hembêza xwe û ew herdu bi hev re ber bi asîmanê ve
firiyan û çûn.
Dora rojê, serê sibê, kesên ku ji wê kolanê diboriyan, di wê quncikê de cendekê
keçikê dîtin; hinarikên wê sipsor bûbûn û bisirîneke sivik li ser rûyê wê bû. Ew di wê
seva sersalê de ku gelek bextewar jî bûbû, ji sermayê miribû. Darikekî niftikê yê
sewitî di destê wê yê biçûk de bû û darikên din ên sewitî jî li erdê belav bûbûn.
Ji nav wan kesên ku li ser serê wê bûbûn, yekî bêwijdan ji bo wê got “Ev çi
ehmeq e! Çawa wisa fikiriye ku bi darikan wê karibe xwe germ bike!” Lê yên din li
ser keçikê hêstir barandin; û ji wan kesî nizanibû ku keçikê çi tistên xwes û spehî
dîtibûn di wê seva sersalê de. Û dîsa kesî nizanibû ku keçik di hembêza germ a dapîra
xwe de ketibû sala nû.
Çîroka me qediya,
xêr û xwesî li hazir û guhdaran bariya.

16 ÇÎROKÊN KLASÎK ÊN ZAROKAN BI ZIMANÊ KURMANCİ

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Yorumlama biçimi kutucuğundan Adı/Url 'yi seçerek, isminizi ve dilerseniz mail veya site adresinizi yazıp yorumunuzu gönderin. Yorumunuz Editör onayından geçerse yayınlanacaktır. Küfür, Hakaret, İftira ve SİYASİ içerikli yorumlar ve Adı Soyadı belirtilmeyen yorumlar yayınlanmıyacaktır. Surgucum