Rojnamevanê esilkurd Ramazan Özturk ku di dema kîmyabarana Helebçeyê de wêneyên jenosîda Helabçeyê ragihandibû hemû cîhanê, nuha jî beşdarî dadgeha Helabçeyê dibe û dê bi wêneyên xwe bibe şahidê wê rojê.
Remezan Özturk ê di 16 -ê adarê de here Baxdayê û tevlî doza Halebçeyê bibe û dê bi 60 wêneyan tiştên ku wê rojê dîtine bêje.
Remezan Özturk ê di dadgehê de hin wêneyên Halebçeyê ku heta îro nehatine weşandin pêşkeş bike û dê piştre jî li halebçeyê beşdarî Muzeya jenosîdê bibe.
Remezan Özturk ji bo wê rojê 18-ê adarê ( 2 roj piştî êrîşê) wisa dibêje" Kolan tije cesed bûn. Bînek p1şs hebû.
Ji aliyê din ve belgeflma li ser Halebçeyê ku ji aliyê Remazan Ozturk ve hatiye amadekriin sibê di TRT 6 de tê weşandin.
Remazan Ozturk ji Poturgeya bajarê Meletiyê ye. Rojnamevanekî bi navûbang e. Çendîn caran di şerên navçeyê de hatiye Kurdistanê, Iraqê û di dema kîmyabarankirina Helebceyê ya 1988-an de li bajarê Helebceyê bû. Yek jî wêneyên wî wêneya şehîd Omerê Xawerê û zarokê wî ye (ew wêneya ku zarok di hêmbêza bav de ye) ku çendîn xelatên cîhanî li ser wêrgirtine.
Halepçe katilamının selbolü olan ve heykelleştirilen resmini diken gazeteci Ramazan Öztürk, kimyasal Ali davasında tanıklık yapacak. İşte Öztürk'ün çektiği yayınlanmamış katliam kareleri
Şıvan Perwerden Halepçe Katlimaı anısına, Halepçe Klibi
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder
Yorumlama biçimi kutucuğundan Adı/Url 'yi seçerek, isminizi ve dilerseniz mail veya site adresinizi yazıp yorumunuzu gönderin. Yorumunuz Editör onayından geçerse yayınlanacaktır. Küfür, Hakaret, İftira ve SİYASİ içerikli yorumlar ve Adı Soyadı belirtilmeyen yorumlar yayınlanmıyacaktır. Surgucum