3 Mart 2009

XWELÎXAN

XWELÎXAN

XWELÎXAN

Çîrokeke Charles Perrault
Wêne: Rahman Hussein-Izeddin Jalal

Rupel 1

Hebû carek ji caran, xêr û xwesî bibarin li hazir û guhdaran...
Hebû tunebû, dibêjin rojekê li welatekî dûr, zilamek cara duyemîn zewicî. Lê jina wî ya
nû wisa qure û pozbilind bû ku ji vî aliyî ve, li dinyayê yeke wek wê tunebû. Du keçên vê
jinikê jî hebûn. Ev herdu jî ji her aliyî ve, bi taybetî jî ji aliyê pozbilindiyê ve pir disibiyan
diya xwe. Zilam jî, ji jina xwe ya yekemîn, keçeke wî ya ciwan hebû. Ev keçik ji aliyê qencî û
kubariyê ve bêhempa bû. Wê ev aliyê xwe ji diya xwe girtibû, diya wê jina herî qenc a
dinyayê bû. Pistî demeke pir kurt ji ser dawetê, jinbav ehlaqa xwe ya xirab nîsan da; li
hemberî qencî û kubariya keça mêrê xwe bi awayekî ecêb aciz dibû. Lê ji ber qencî û
kubariya keçika ciwan, herdu keçên jinikê li ber çavê mirov zêdetir res dibûn û mirov ji wan
herduyan zêdetir nefret dikir. Jinbav karê herî giran ê malê bi keça mêrê xwe dida kirin; keçik
mecbûr bû cil û firaq bisûstana, nava malê bidaya hev, odeya jinbavê û herdu keçên wê
berhev bikira û bimaliya. Keçika qenc li kogeha malê, yanî li embarê, li ser mersikeke pîs
radiza, lê herdu keçên jinbavê jî di odeya xwe ya taybet de diman. Odeya wan li gorî modeya
herî nû hatibû raxistin; nivînên wan pir delal û xemilandî bûn û neynikên wan ên bejnê hebûn.
Neynik wisa mezin bûn ku mirov dikaribû ji pî heta serî xwe tê de bidîta.
Keçika feqîr li hemberî ewqas tehdeyan qet dengê xwe dernedixist û bisebir her tist li
gorî dilê wan pêk dianî. Wê nediwêrî ji bavê xwe re jî tistek bigota. Çimkî jinbav mêrê xwe bi
temamî girtibû bin hukmê xwe û ji ber vê yekê jî ku keçikê tistek ji bavê xwe re bigota, bavê
wê wê pir aciz bibûya û bi ser de biqîriya.
Keçik her roj, pistî ku karê xwe diqedand, diçû li ber tifikê rûdinist. Û ji ber xweliyên
nav tifikê ser û çavê wê, cilên wê tev di nav xweliyê de diman. Îca ji ber vê yekê jî herdu
keçên jinbavê bi tinazî navê “Xwelîxan” lê danîbûn. Tevî ku wan cilên pir delal li xwe dikirin,
xwe gelek dixemilandin jî, lê Xwelîxan sed carî zêdetir ji wan herduyan xwesiktir bû.
Rojekê, kurê qral sahiyek li dar xist û bangî hemû keçên wî welatî kir. Herdu keçên
jinbavê pir kêfxwes bûn ku ew ê biçûna sahiyê. Lê belê ji bo Xwelîxanê jî ev dihat tehde û
westana zêdetir. Çimkî wê ê cilên xwiskên xwe bisûsta, utî bikira û hemû xizmeta wan bikira.

Rupel 2

Herdu keçik jî wan rojan tenê behsa cilûbergên xwe dikir. Ya mezin digot:
--Ez ê fîstana xwe ya sor a qedîfe li xwe bikim û xisrên xwe yên herî taybet bi xwe ve
deynim.
Ya biçûk digot:
--Ez ê fîstana xwe ya sade li xwe bikim, lê di ser de jî mantoya xwe ya ji tayê zêrîn
neqisandî li xwe bikim...
Roja sahiyê, wan pistî ku cil û bergên xwe li xwe kirin, porê xwe jî çêkirin. Dawiyê ji
Xwelîxanê jî pirsîn ka çawa çêbûye porê wan. Ji ber ku wan bas dizanibû ku Xwelîxan xwedî
zewqeke taybet e. Xwelîxanê hem fikrê xwe ji wan re got, hem jî pistre hewl da ku porê wan
hê xwesiktir çêke. Dema ku Xwelîxanê porê wan çêdikir, herduyan jê re got:
--Xwelîxan, tu ê jî kêfxwes bûbûyayî ne, bi çûyîna sahiyê?
Xwelîxanê got:
--Hûn henekê xwe bi min dikin! Na, mixabin tistê ku min divê, ne ev e!
Îca wan got:
--Tu rast dibêjî. Bifikire bi çûyîna te herkes wê çiqas henekê xwe bike, ne!? ha ha ha!
Lê ji ber ku Xwelîxan keçeke pir qenc bû, porê wan gelek xwesik çêkir. Û pistî ku her
tist temam bû, herdu xwisk tevî diya xwe rabûn çûn sahiyê. Xwelîxan bi xemgînî li dû wan
nihêrt. Dema ku ew êdî nexuyan, Xwelîxan dest bi giriyê kir. Dadika wê, dema dît ku keçik
hêstiran dibarîne, jê pirsî ka ew çi dixwaze, ka ew çima digirî.
Ji ber ku Xwelîxan gelek digiriya, feqîrê nikaribû bipeyiviya. Dadika wê, ku ew
periyeke sihirbaz bû, ji Xwelîxanê re got:
--Tu dixwazî herî sahiyê, ne wisa ?
Xwelîxanê kesereke kûr kisand û got:
--Erê, ez pir dixwazim herim sahiyê.
--Tu keçeke pir qenc î, got dadika wê, ez ê aniha te bisînim wê derê.
Îca dadika wê ew bir odeya xwe û jê re got:
--De zû here bexçeyê û ji min re kundirê mîranî bîne.

Rupel 3

Keçikê çû kundirê herî delal neqand, anî da dadika xwe ya perî, lê wê qet texmîn nedikir
ka ev kundir wê bi kêrî çi bihata. Periya sihirbaz darikê xwe yê sihrê li ser kundir gerand û ew
kundir di cih de bû faytoneke pir xwesik.
Pistre periya sihirbaz çû li qefesa xwe ya miskan nihêrt, di qefesê de ses miskên zindî
hebûn. Wê ji Xwelîxan re got ka deriyê qefesê ber bi jor ve hinek bikisîne. Keçikê derî ber bi
jor ve hinek bilind kir û her cara ku miskek jê derket, periya sihirbaz darikê xwe yê sihrê bi
nermahî li wî miskî da û misk bûn hespên delal. Dadikê du gumgumok jî girtin û darikê xwe
yê sihrê li wan gumgumokan jî da, û gumgumok jî bûn ajovanên faytonê.
Dûre periya sihirbaz ji Xwelîxanê re got:
--Ji bo ku tu herî sahiyê, êdî her tist temam e, haydê siwar be.
Xwelîxanê got:
--Ma ez ê çawa bi van kincên xwe yên kevn û qetiyayî biçim sahiyê ?
Periya sihirbaz darikê xwe yê sihrê li ser Xwelîxanê jî gerand û di wê kêliyê de cilên
Xwelîxanê guherîn û bûn cilên pir delal ên bi zêr û zîvan neqisandî. Periyê pistre cotek
simikên ji camê jî da keçikê. Ev, simikên herî delal ên dinyayê bûn. Pistî ku Xwelîxan ha wisa
bi wan cil û bergan bû mîna prensesan, ew çû li faytonê siwar bû ji bo ku here sahiyê. Lê belê
periyê ew sekinand, tembî lê kir û got:
--Keçika delal, divê berî nîvê sevê tu vegerî malê. Çimkî pistî nîvê sevê, fayton wê dîsa
bibe kundir, hesp wê bibin misk, ajovan jî wê bibin gumgumok. Kincên te jî wê bibin mîna
berê, kevn û qetiyayî. Divê tu deqeyek tenê jî dereng nemînî.
Xwelîxanê soz da pîrê ku ew ê beriya nîvê sevê ji qesrê derkeve û vegere malê. Pistre
keçik çû sahiyê. Dema ku ew gihîst qesrê, xizmetkar çûn ji kurê qral re gotin ku prenseseke
nenas hatiye û xuyaye ku ew ji malbateke mezin e. Prens bi bazdan çû cem prensesa nenas,
destê wê girt, ji faytonê daxist û ew bir salona ku herkes lê bû. Bi carekê bêdengiyeke mezin
çêbû; êdî muzîk sekinî û kes nereqisî. Herkesî bi baldarî li delaliya vê prensesa nenas dinihêrt.
Herkes bû heyrana prensesa nenas, yanî Xwelîxana delal. Di wê kêliyê de, miremir hatin
bihîstin:
--Aaa, çiqas delal e!
--Erêêê, pir delal e!
Rupel 4

Qral bi xwe jî, ku ewqas ixtiyar bû, nikaribû dev ji temasekirina keçikê berde û bi
dengekî nizim ji qralîçeyê re got ku ji demeke dirêj ve ye wî keçeke ewqas delal û sîrîn
nedîtiye. Hemû jinên di sahiyê de çavên xwe zîq kiribûn li cil û berg û porê keçikê dinihêrtin
ji bo ku dora rojê ew jî xwe wisa bixemilînin û delal bikin. Kurê qral prensesa delal bir cihê
serefê, pistre jî pê re reqisî. Keçik wisa bi delalî û kubarî direqisî ku herkes zêdetir bû heyrana
wê. Dûre xwarinên pir xwes hatin amadekirin, lê belê prens tu tist nexist devê xwe û hertim li
prensesa delal temase kir. Prensesa delal a nenas, yanî Xwelîxan, çû cem xwiskên xwe rûnist
û pir bi nazikî û kubarî li hemberî wan tevgeriya. Prens sêv û pirteqal jêdikir û dida destê wê,
wê jî ew hemû dida xwiskên xwe. Herdu xwisk pir sas û metel mabûn, çimkî wan ev prensesa
biyanî qet nas nedikir. Dema ku ew herdu di nav xwe de li ser prensesa nenas dipeyivîn,
Xwelîxanê bihîst ku saet donzde kêm çarîk e, yanî ji nîvê sevê re tenê çarîkek maye. Îca
keçikê silav da derdora xwe û bilezûbez ji qesrê derket çû malê. Dema ku ew gihîst malê, çû
cem dadika xwe ya sihirbaz û jê re gelek spas kir. Pistre jî got ku ew pir dixwaze sibe jî here
sahiyê, çimkî kurê qral ev tist jê rica kiriye. Tam dema ku wê behsa sahiyê ji dadika xwe re
dikir ku bi carekê du keçên jinbavê hatin û li derî dan. Xwelîxanê çû derî ji wan re vekir û got:
--Hûn çiqas dereng man wisa !
Wê wisa got, çavên xwe firikandin û wekî ku nû ji xew siyar bûbe bawîsk anîn. Lê di
rastiyê de qet xewa wê nedihat. Yek ji xwiskên wê ji Xwelîxanê re got:
--Eger tu bihatayî sahiyê, tu ê hîç aciz nebûyayî. Prensesa herî delal a welêt jî hat wê
derê. Yeke wisa delal e ku heta niha wek wê nehatiye dîtin. Ew li hemberî me pir nazik û
kubar bû, wê bi destê xwe sêv û pirteqal dan me.
Xwelîxanê kêfa xwe qet nîsan neda: wê navê prensesê ji xwiskên xwe pirsî, lê belê wan
got ku ne ew ne jî kesekî din navê prensesê dizane. Û gotin ku kurê qral ji ber vê yekê pir
xemgîn bûye û gotiye ku kê derbarê wê prensesê de agahî bîne, ew ê her tistê xwe bidiyê.
Xwelîxan bisirî û ji wan re got:
--Bi rastî jî ew pir delal bû ha? Hûn çiqas bextewar in niha, ne ? Mixabin, ez ê tu caran
wê prensesê nebînim.
Xwelîxanê ji xwiska xwe ya biçûk pirsî got:
--Tu dikarî wê fîstana xwe ya zer ku tu her roj li xwe dikî, ji bo demekê bidî min?
Xwiska wê got:
Rupel 5

--Yaa erê, ez fîstana xwe bidim te ji bo miskeke wek te bi fîstana min delal be, ne? Ma
ez dîn bûme vê yekê bikim.
Xwelîxanê bas dizanibû ku xwiska wê wê jê re wisa bigota. Jixwe dema ku xwiska wê
fîstana xwe bidayê, ew ê pir sas bimaya û ji xwe serm bikira ji ber pêshukmê xwe. Dora rojê
herdu xwisk, û tabî Xwelîxan, dîsa çûn sahiyê. Lê Xwelîxan ji roja yekemîn zêdetir xemilandî
û delal bû. Kurê qral dîsa hemû wextê xwe pê re derbas kir. Prensesa nenas, yanî Xwelîxan, di
sahiyê de gelek sa û bextewar bû, û tembiya periya sihirbaz ji bîr kir. Dema ku saeta mezin a
dîwêr, di diwanzdehê sevê de dest bi lêdanê kir, Xwelîxan bi carekê rabû û bilezûbez ji salonê
bazda çû. Prens ket dû wê, lê wî nekarî ew zeft bike. Keçikê wisa lez kiribû ku ferek simika
wê ya ji camê ji piyê wê derketibû û li wir mabû. Prens çû ew simik bi delalî ji erdê rakir.
Dema ku Xwelîxan gihîst malê, feqîrê bêhn lê çikiyabû. Êdî ne ew xeml û cilûberg, ne
fayton, ne jî ajovan mabûn li holê. Tenê ferek simika ji camê di piyê wê de bû, ku fera din jî li
qesrê ji piyê wê derketibû.
Li aliyê din jî, li qesrê, ji prens ji nobedaran pirsî gelo wan nedîtiye ku prensesek ji derî
derketiye. Lê wan got ku ji xeynî keçikeke ciwan a cilqetiyayî û gemarî tu kes ji wir derbas
nebûye.
Dema ku du xwiskên Xwelîxanê ji sahiyê vegeriyan malê, Xwelîxanê dîsa ji wan pirsî
ka ew dîsa ewqas kêfxwes bûne, û ew prensesa delal dîsa hatiye wir an na. Wan jî got :
--Erê, em pir kêfxwes bûn û prensesa nenas dîsa hat sahiyê, lê belê dema ku saet li nîvê
sevê da, prenses ji qesrê reviya çû. Ew wisa bilezûbez çû ku ferek simika wê ya ji camê ji piyê
wê derket. Kurê qral ew fera simikê anî û heta dawiya sahiyê jî lê temase kir. Xuyabû prens
asiqê prensesa nenas bûye.
Wan rastî digot, çimkî pistî çend rojên din, kurê qral xeber sand her derê welêt û hat
gotin ku ew simik li piyê kîjan keçikê were, prens wê pê re bizewice. Xebatkarek ji qesrê, mal
bi mal geriya û wî ew simik di piyê hemû keçikan de ceriband. Pêsî prenses, pistre duses û bi
dû wan keçên dewlemendan. Lê bêfeyde bû. Dawiyê ew xebatkar hat mala ku Xwelîxan lê
dijiya... Herdu xwiskên Xwelîxanê gelek hewl da ku piyê xwe bixin nav simikê, lê belê wan
beredayî xwe westand. Ji ber ku piyê yekê dirêj, piyê ya din jî pir qelew bû. Xwelîxana ku li
wan dinihêrt û simika xwe nas kir, bisirî û got:
--Ez dibêjim ev simik tam li gorî piyê min e.
Rupel 6

Herdu xwiskên wê keniyan û henekê xwe pê kirin. Lê xebatkarê qesrê ku simik di piyê
keçikan de diceriband, zêdetir bi baldarî li Xwelîxanê nihêrt û ferq kir ku ew keçikeke pir
delal e, û got ku wî ferman girtiye ji bo ku wê simikê di piyê hemû keçikan de biceribîne.
Pistre wî zilamî Xwelîxan rûnistand û simik da wê. Xwelîxanê jî pir delalî û hêsanî ew simik
xist piyê xwe. Li hemberî vê yekê, herdu xwiskên wê sasûmetel man. Îca dema ku Xwelîxan
fera din jî ji bêrîka xwe derxist û ew jî xist piyê xwe, sasbûna wan hê zêdetir bû. Tam di wê
kêliyê de, dadika Xwelîxanê, yanî periya sihirbaz jî hat û darikê xwe yê sihrê li Xwelîxanê da
û ew ji berê zêdetir û ji yên din hê delaltir bû.
Ha wê demê, herdu xwiskên wê fam kir ku Xwelîxan, ew prensesa nenas a sahiyê bû.
Herduyan xwe avêt ber piyên wê û jê lêborîn xwestin, ji ber tehdeyên ku li keçikê kiribûn û
ew pir êsandibûn. Xwelîxan ew rakirin, hembêz kirin û pistre ji wan re got ku ew li wan
dibore û ji wan tika dike her tim jê hez bikin. Dûre xebatkarê qesrê Xwelîxana delal girt û bir
qesrê. Prens bi dîtina wê gelek kêfxwes bû û pistî demeke pir kurt prens û Xwelîxan zewicîn.
Xwelîxana ku bi qasî delal bû pir dilpak jî bû, herdu xwiskên xwe li qesra xwe bi cih kirin û
di roja daweta xwe de ew bi du serbazên qesrê re zewicandin.
Çîroka me qediya,
Xêr û xwesî li hazir û guhdaran bariya.

16 ÇÎROKÊN KLASÎK ÊN ZAROKAN BI ZIMANÊ KURMANCİ

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Yorumlama biçimi kutucuğundan Adı/Url 'yi seçerek, isminizi ve dilerseniz mail veya site adresinizi yazıp yorumunuzu gönderin. Yorumunuz Editör onayından geçerse yayınlanacaktır. Küfür, Hakaret, İftira ve SİYASİ içerikli yorumlar ve Adı Soyadı belirtilmeyen yorumlar yayınlanmıyacaktır. www.surgucum.com