3 Mart 2009

YEKÇAV, DUÇAV, SÊÇAV

YEKÇAV, DUÇAV, SÊÇAV

YEKÇAV, DUÇAV, SÊÇAV

Çîrokeke Jacob & Wilhelm Grimm
Wêne: Salih Reşîd

Rupel 1

Hebû carek ji caran, xêr û xwesî bibarin li hazir û guhdaran...
Hebû tunebû li welatekî pir dûr, jinek û sê keçên wê hebûn. Navê keça mezin Yekçav
bû, ji ber ku li eniya wê çaveke wê hebû. Navê keça navîn Duçav bû, ji ber ku wekî hemû
mirovan du çavên wê hebûn. Û navê keça biçûk jî ji ber sê çavên wê, danîbûn Sêçav. Du
çav li kêlekê, çavek jî li eniya wê bû. Lê belê ji ber ku Duçav, bi du çavên xwe wekî
mirovan bû, hem diya wê, hem jî herdu xwiskên wê, jê aciz dibûn û her tim jê re digotin:
“Tu bi herdu çavên xwe disibî mirovên din, tu ne ji me yî! Neyê cem me!” Û ji ber wê yekê,
wan her tim pê xirabî dikir û ew diêsandin. Keçik diçû ku derê wan ew ji wir diqewirand,
cilên qetiyayî lê dikirin û piçikek xwarinên ji ber wan mayî datanîn ber feqîrê. Ew jî ji bo ku
keçik ji birçînan nemire!...
Rojek ji rojan, Duçav bizina malê girt, bir mêrgan. Lê feqîrê ji ber ku li malê dîsa têr
xwarin nexwaribû, di rê de dilê wê bihurî û wê ji birçînan dest bi giriyê kir. Îca ew wisa
giriya wisa giriya, wekî ku çavên wê bûbûn du çem û hêstiran ji hinarikên wê xwe berdidan
xwarê. Lê dema keçikê serê xwe rakir û ji bo ku dua bike li asîmanê nihêrt, wê bi carekê li
ber xwe periyek dît. Periyê jê pirsî got:
--Tu çima digirî, Duçav?
Keçikê wiha bersiva wê da:
--Ma ez ê çawa negirîm? Ji ber ku wekî hemû mirovan du çavên min hene, diya min
û herdu xwiskên min tehde li min dikin, min ji cem xwe dûr dixin, cilên qetiyayî li min
dikin û têr xwarin jî nadin min. Ez her tim mecbûr im piçikek xwarinên ji ber wan mayî
bixwim. Îro jî xwarin wisa hindik bû ku êdî dilê min dibuhure, hindik maye ez ji birçînan
bimirim.
Periyê got:
--De ka hêstirên xwe paqij bike û li min bas guhdarî bike, delalê. Ji îro sûn ve tu ê êdî
qet birçî nemînî. Çi cara ku tu birçî bibî, tenê divê tu van gotinan bibêjî:
Bizina biçûk meee,
Maseya biçûk amade be !
Rupel 2

Û maseyeke paqij, a bi rûberekî spî nixumandî wê bi xwarinên xwes li ber te hazir
be. Îca tu çiqas bixwazî, tu ê bikaribî bixwî. Pistî ku te zikê xwe têr kir, ku pêdiviya te êdî
pê nema, îca tu ê bibêjî:
Bizina biçûk meee,
Maseya biçûk winda be!
Bi dû wan gotinan, perî bi carekê ji holê winda bû. Îca Duçav ji xwe re got: “Ez niha
gelek birçî me. Ka ez wan gotinan carekê bibêjim, binêrim ew tist rast e an na...” Û keçikê
got:
Bizina biçûk meee,
Maseya biçûk amade be !
Lê erê ! Çawa ew gotin ji devê keçikê derketin, bi carekê maseyek derket pêsiya wê.
Mase bi rûberekî spî nixumandî bû û li ser jî sênîk, kevçî û çeteleke zîvîn û xwarinên xwes
hebûn. Mirov digot qey ew xwarin hê nû çêbûne û bêhnên xwes ji wan difûriyan. Duçav
rûnist zikê xwe têr kir û di dawiyê de jî got:
Bizina biçûk meee,
Maseya biçûk winda be !
Û mase, tevî hemû tistên li serê, bi carekê ji holê winda bû. Êvarê, dema ku Duçav
tevî bizinê vegeriya malê, dît ku xwiskên wê dîsa piçikek xwarina ji ber wan mayî ji bo wê
xistine nav sênîkekê. Lê keçikê qet destê xwe neda wê xwarinê. Dora rojê jî, serê sibê dema
ew tevî bizinê ji malê derket, dîsa tu tist nexwar û çû mêrgan. Keçikê çend roj li ser hev
wisa tu tist nexwar venexwar û di dawiyê de, dê û xwiskên wê ev tist ferq kir û gotin: “Berê
ji ber xwarina wê tu tist nedima, niha jî ev keçik tistek naxe devê xwe. Herhal ew diçe li
cihên din zikê xwe têr dike!” Û Yekçav, yanî xwiska mezin, biryar da tevî Duçav here
mêrgan û hîn bibe ka kî xwarin û vexwarinê dide keçikê.
Dora rojê, dema ku Duçav tam ji malê derketa ku Yekçav ji Duçav re got:
--Ez ê îro bi te re werim, Duçav ! Divê ez binêrim ka tu li bizina me bas miqate dibî,
ka tu wê dibî cihên xwes an na.
Ji ber ku Duçav keçeke jîr bû, di cih de niyeta xwiska xwe fam kir. Îca wê bizina
malê da ber xwe û tevî xwiska xwe çû cihekî ji her rojên dûrtir. Pistî demekê Duçav ji
xwiska xwe re got:
--Were Yekçav ! Em li vir rûnin bêhna xwe vedin û ez ê ji te re stranekê bibêjim.

Rupel 3

Ji ber ku xwiska mezin Yekçav hem ji germa tavê, hem jî ji ber mesa dûvûdirêj pir
westiyabû, çû li cem Duçav rûnist, guh da wê. Û Duçav dest bi strana xwe kir:
Yekçav, xwiska min, ma tu ranazî?
Yekçav, xwiska min, çi zû razayî?
Dawiyê, Yekçav çavê xwe girt û bi rastî jî raza. Dema ku Duçav dît ku xwiska wê
tam di xew re çûye, îca ew rabû zûzûka strana xwe ya xwarinê got:
Bizina biçûk meee,
Maseya biçûk amade be !
Maseya bi xwarin bi carekê derket holê, keçikê zûzûka zikê xwe têr kir û got:
Bizina biçûk meee,
Maseya biçûk winda be !
Û mase winda bû. Duçav çû xwiska xwe siyar kir, got: "Li sûna ku tu li bizinê miqate
bî, tu hatiyî li vê derê radizî, Yekçav! Haydê rabe, em ê vegerin malê."
Pistî ku ew gihîstin malê, Duçav dîsa destê xwe neda wê piçikek xwarina ku ji bo wê
danîbûn aliyekî. Dema ku diya wan sedema wê ji Yekçav pirsî, Yekçav nekarî tistek bibêje
û ew li xwe mikur hat û got ku ji ber westanê ew li wir di xew re çûye û tistek nedîtiye.
Dora rojê, dayikê li keça xwe ya Sêçav tembî kir û got: “Îro tu ê bi Duçav re herî
mêrgan; lê belê çavên xwe bas veke û pir dîqat bike binêre ka kî xwarin û vexwarinê dide
wê. Eger tistekî wisa hebe, herhal ev bi dizîka tê pêkanîn.”
Sêçav rabû çû cem Duçav û jê re got ku îro ew ê pê re here mêrgan û binêre ka ew li
bizinê bas miqate dibe an na. Duçav dîsa nexapiya û bas fam kir ka niyeta Sêçav çi ye, ne çi
ye. Îca wê ew bir cihekî ji roja din jî dûrtir û pistre ji Sêçav re got bila rûnê hinek bêhna xwe
vede, û ew ê jê re stranekê bibêje. Sêçav ji ber ku hem ji mesa dûvûdirêj hem jî ji ber
germahiyê ji hal ketibû, îca wê xwe li ser sînahiyan vezeland û guh da strana Duçav.
Duçav dest bi strana xwe kir, lê ji ber bêdîqatiyê vê carê sasiyek kir û wiha got:
Yekçav, xwiska min, ma tu ranazî?
Sêçav, xwiska min, çi zû razayî?
Û dema stranê tesîra xwe nîsan da, Sêçav bi rastî jî di xew re çû, lê belê tenê bi du
çavên xwe! Çimkî ji ber sasiya stranê, çavê wê yê sêyemîn di xew re neçû. Lê dîsa jî Sêçav
ji bo ku xwiska xwe bixapîne û bibîne ka li wir çi diqewime, ji qazî ve çavê xwe yê sêyemîn
jî girt. Duçav jî wisa fikirî ku xwiska wê bi her sê çavên xwe tam di xew re çûye, îca strana

Rupel 4

xwe ya din a li ser xwarin û vexwarinê got, zikê xwe têr kir û mase ji holê winda kir. Lê
belê Sêçav bi çavê xwe yê sêyemîn her tistê li wir qewimî pir bas dît!
Îca Duçav çû xwiska xwe ji xew siyar kir û got: "Ma tu hatiyî li vê derê razêyî
xwiska min? Tu qet li bizinê miqate nebûyî. De rabe em vegerin malê." Û ew vegeriyan
malê. Dema ew gihîstin malê, Duçav dîsa tu tist nexwar û Sêçav jî çû hemû tistên li derve
qewimîbûn ji diya xwe re yeko yeko vegot.
Pistî fesadiyên Sêçav, diya wê pir hesidî û rabû bi hêrs qîriya, got:
--Xatûnê xwe pir biaqil dihesibîne, ha? Ew dixwaze ji me bastir bijî, ha? Ê de bas e !
Ma ne ez dizanim ez ê wê çawa ji wê kêfxwesiyê mehrûm bikim !
Îca jinikê rahist kêrekê, beziya çû bizina malê girt û kêr li dilê bizinê da. Dema ku
Duçav mirina bizina xwe dît, feqîrê bi bazdan ji malê derket çû, li ser sînahiyan rûnist û dest
bi giriyê kir.

Rupel 5

Dema ku Duçav mirina bizina xwe dît, bi bazdan ji malê derket derve, li ser
sînahiyan rûnist û dest bi giriyê kir.
Dîsa ew periya qenc bi carekê derket pêsiya wê û jê pirsî:
--Tu çima digirî, Duçav ?
--Ma ez ê çawa negirîm ?, got Duçav. Diya min serê bizina min jêkir. Bizina ku bi
wê strana bisihir ji bo min dibû maseya xwarinê, ew êdî tuneye. Ez ê dîsa birçî bimînim, ew
rojên xirab wê dîsa li min vegerin.
--Li sîreta min bas guhdarî bike, Duçav ! got periya delal. Tu ê ji xwiskên xwe
roviyên bizina xwe bixwazî û tu ê wan li ber deriyê malê bixî bin erdê. Pistî wê, tu ê dîsa
bextewar bibî.
Pistî wan gotinan, perî dîsa ji holê winda bû, Duçav jî vegeriya malê û ji xwiskên
xwe re got: "Xwiskên delal, qet nebe ji bizina min tistekî ji min re bihêlin. Ez tenê roviyên
wê dixwazim, wekî din tu tist naxwazim!" Li hemberî vê daxwazê, xwiskên Duçav bi
hurehur keniyan û gotin: “Eger daxwaza te tenê ev be, ha bila ew ji te re bin !” Û Duçav
roviyên bizinê girtin û êvarê bi dizîka li ber deriyê malê ew binax kirin.
Dora rojê serê sibê, Yekçav, Duçav, Sêçav û dayika wan, hemû ji xew rabûn,
derketin ber derî û dîtin ku dareke muhtesem li ber derî sîn hatiye. Dar wisa xwesik, wisa
delal bû ku devê hemûyan vekirî ma. Pelên darê ji zîv, fêkiyên wê jî ji zêr bûn!

Rupel 6

Lê belê ev dar di sevekê de çawa hatibû wê derê?! Ji xeynî Duçav, ne dayik, ne jî du
xwiskên dilres sedema vê yekê dizanibûn. Tenê Duçav dizanibû, ji ber ku dar tam li cihê ku
wê roviyên bizina xwe xistibûn bin axê, sîn hatibû.
Dayikê ji keça xwe ya mezin Yekçav re got: “Keça min, de ka hilkise ser darê, ji wan
fêkiyan çend heban ji me re bîne.”
Yekçav hilkisiya ser darê, lê belê dema wê destê xwe dirêj kir ji bo fêkiyekî zêrîn
jêke, guliyê darê xwe bi carekê jê dûr xist. Keçikê li ser hev çend carên din jî ceriband lê her
carê eynî tist çêbû û wê nekarî fêkiyek tenê jî jêke.
Îca dayik ji Sêçav re got:
--Haydê keça min tu hilkise, fêkiyekê ji me re bîne. Çawa be sê çavên te hene, tu ê
karibî ji xwiska xwe ya Yekçav bastir vî karî bikî.
Yekçav ji darê daket, Sêçav hilkisiya darê, lê wê jî kir nekir, nekarî fêkiyek tenê jî
jêke, her carê guliyên darê xwe ji destê wê jî dûr xistin û nehistin ku destê keçikê li wan
bikeve. Li ber vê rewsê dayikê xwe negirt û bi carekê hilkisiya ser darê, lê ew jî destvala ji
darê daket.
--Ku ez hilkisiyama belkî min ê bikaribûya... got Duçava feqîr.
Xwiskên wê henekên xwe pê kirin û gotin:
--Çiii, tu ê bi du çavên xwe fêkiyan jêkî ?! Ha ha ha !
Duçav guh neda henekên wan û hilkisiya ser darê, lê vê carê guliyên darê xwe nedan
alî, xwe ji destê Duçav dûr nexistin. Îca Duçav yeko yeko fêkiyên zêrîn berhev kirin û daket
erdê. Dayik û herdu keçik jê pir hesidîn û li sûna ku jê re bas bin, tehde û henekên xwe
zêdetir kirin !
Rojekê, dema her sê xwisk û dayika wan li ber dara muhtesem rûnistî bûn,
begzadeyekî ciwan bi hespê xwe ji dûr ve xuya kir. Du xwiskên dilres qîriyan gotin: “Zû
xwe vesêre Duçav, ji bo ku em ji rûyê te di sermê de nemînin!” Herduyan wisa got û bi
carekê Duçava feqîr tevî sêvên zêrîn ku wê hê nû ji darê jêkiribûn, xistin bin fiçiyekî vala û
vesartin. Dema Begzade nêzî wan bû, dîtin ku yekî pir bedew û çeleng e. Îca Begzade hat li
ber dara muhtesem a zîvîn û zêrîn sekinî û ji wan herdu xwiskan pirsî:
--Ev dar, a kê ye?... Kî bikaribe jê sitlekî bide min, ew çi ji min bixwaze ez ê pêk
bînim.
Rupel 7

Yekçav û Sêçav, herduyan bi hev re got ku ew dar, a wan e û wan xwe çeng kir ku ji
darê sitlekî jêkin. Lê belê wan kir nekir, nekarî destê xwe nêzî sitilan bikin. Her carê sitilên
darê dîsa xwe ji wan dûr xist. Begzade got:
--Bi rastî jî pir balkês e ha ! Ev dar, a we ye û hûn nikarin sitlek tenê jî ji wê bigirin!
Herduyan xwe parast got ew dar bi rastî jî ya wan e, lê tam di wê kêliyê de Duçav ji
derewa wan aciz bû û ji binê fiçî çend sêvên zêrîn gindirandin ber piyên Begzade. Dema
Begzade sêvên zêrîn dîtin, ew ma heyirî û got “ev ji ku derê hatin wisa ?!” Îca Yekçav û
Sêçav li xwe mikur hatin û gotin ku xwiskeke wan a din jî heye, lê ji ber ku wek mirovan du
çavên wê hene, divê xwe nîsanî kesekî nede. Lê Begzade xwest keçikê bibîne. Û wî bi
dengê bilind gazî wê kir, got:
--Duçav ! Derkeve, were vê derê !
Û Duçav ji binê fiçî derket, hat cem Begzade, sekinî. Ji ber delaliya keçikê devê
begzade vekirî ma û got:
--Duçav, ez bawer im ku tu bikaribî ji darê sitlekî ji bo min jêkî!
Duçav got:
--Helbet ez dikarim, ji ber ku ev dar, a min e!
Û keçik hilkisiya ser darê, sitlek tevî pelên zîvîn û fêkiyên zêrîn ji bo Begzade jêkir û
anî da wî.
“Îca ez ji bo te dikarim çi bikim, Duçav?” got Begzadeyê çeleng.
Duçav got “Aax, ax! Ez ku di nav xizanî, ês û elemê de dijîm û ji serê sibê heta êvarê
birçî û tî dimînim, ku tu min bi xwe re bibî ez ê gelek kêfxwes bibim.”
Begzade gotina keçikê nekir dido, hema ew bi carekê danî ser pista hespê xwe û ew
bir qesra bavê xwe. Li qesrê li gorî dilê Duçav odeyeke pir xwesik hat raxistin, cilûbergên
delal ji bo wê hatin çêkirin. Û ji ber ku kêfa Begzade û Duçav jî pir ji hev re hatibû, wan
daweteke muhtesem çêkir û zewicîn.
Pistî çûyîna Duçav a bi Begzadeyê ciwan re, herdu xwisk jê ecêb hesidîn û gotin:
“Qet nebe ev dara muhtesem ji me re ma! Her çiqas em nikaribin fêkiyên wê berhev bikin jî,
lê ew ê bala herkesî bikisîne vir û bi saya wê herkes wê gotinên xwes ji me re bibêje. Kî
zane belkî sensê me jî wê rojekê vebe ha!”
Ew wisa fikirîn, lê belê rojek pistî çûyîna Duçav, herdu xwisk ji xew rabûn û dîtin ku
dara ber derî ji holê rabûye. Bi vî rengî hêviyên wan berhewa bû. Lê li aliyê din jî Duçav li

Rupel 8

ber paceya xwe disekinî û dît ku ew dar hatiye li ber deriyê wê bi cih bûye. Îca bi saya wê
dara delal, Duçav her tim sad û bextewar bû.
Duçav bi salan di nav bextewariyê de jiyana xwe derbas kir. Rojekê, du jinên feqîr ji
bo parsekiyê hatin li deriyê qesrê dan. Duçav çû ji nêz ve li wan nihêrt û dît ku ew, herdu
xwiskên wê yên dilxirab in. Herdu xwisk wisa feqîr bûbûn ku ji bo pariyekî nan derî derî
digeriyan. Îca Duçav ne bi dilekî, lê bi sed dilan ew pêswazî kirin. Wê pêsî xwarin û
vexwarin da wan, pistre jî odeyên taybet ji bo wan dan amadekirin. Ji ber vê qencî û
dilxwesiya Duçav, herdu xwisk jî ketin sermê û pir posman bûn ji ber wan xirabiyên xwe
yên ku di ciwaniyê de anîbûn serê keçika feqîr.
Çîroka me qediya, xêr û xwesî li hazir û guhdaran bariya...

16 ÇÎROKÊN KLASÎK ÊN ZAROKAN BI ZIMANÊ KURMANCİ

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Yorumlama biçimi kutucuğundan Adı/Url 'yi seçerek, isminizi ve dilerseniz mail veya site adresinizi yazıp yorumunuzu gönderin. Yorumunuz Editör onayından geçerse yayınlanacaktır. Küfür, Hakaret, İftira ve SİYASİ içerikli yorumlar ve Adı Soyadı belirtilmeyen yorumlar yayınlanmıyacaktır. Surgucum