20 Şubat 2010

Kurtejiyana Ludwig van Beethoven

http://www.avestakurd.net/images/news/10578.jpg
Bestekarê navdar Ludwig van Beethoven (Lûdvîg van Beethovin) di 16 çileya pêşîn ji sala 1770`an de li bajarê Bonê li Elmanya ji dayik bû ye. Zîrekiya wî a bêhempa hate xuyakirin ji bicûkanya wî ve û gava percê mûzîkê yê yekem çêkir ew 8 salî bû.

Bavê wî "Johan van Beethovenn" di sala 1767an de bi "Mariya Magdalena Laym" ca Beethoven re zewicî û tuxmê vê malbatê Felemenkî bû.
"Johan" di dêrekê de li bajarê Bonê dengbêj bû û kesyetiya wî pir sar bû û berpisyariya malbata xwe nedikir. Lê tevî wilo jî qencî ya wî bû ku talenta Beethovin hate diyarkirin. Ji ber ku wêneyê Motzart ji bîra wî ne diçû û dixwest lawkê xwe wek wî derxe, lê wî nizanîbû ku wê Beethoven hozanekî pir mezin jê derkeve û merov kare li ser wêneyê zaroktiya wî bibêje zarokekî bê deng û hest tenik li ser kursîkê li pêşiya miftên piyano rûniştiye û hêstir ji cavên wî dibarin; ji ber ku pirê caran her ku bavê wî derengî şevê li gel hevalê xwe "Tobiyas" yê ku bi xwe mamostê Beethovin bû vedigeriyan malê ew ji xew radikirn û bi zorê dihiştin ku rûnê û heya destê sibê li ser piyano bijene.

Gava sibeha bi rê diket diçû dibistana xwe di bêdengiyeke kûr de dima. Beethoven li dibistanê zimanê frensî û latînî fêr dibû û baş bi wan zimanan daixivî. Tevlî ku devoka wî ji zimanê dayika wî re (elmanî) ne pir baş bû.

Beethovin heya 11 saliya xwe nikarîbû bi derdora xwe re devergirî biba, ji ber ku gelekî ji tenahiyê hezdikir û jê re xweşikbîka kesyatiya wî qet ne pêwîst bû; çimkî wî xwe didît xoşeviyê mûzîkê ye û nasdikir ku mûzîk di rewanê wî de dijî.

Di 12 saliya xwe de berhemê xwe yê yekemîn derxist, navê wî wek piyanîstekî jêhatî hat belavkirin. Gava giha 14 saliya xwe di dêrekê de wek harosîkordîst û alîkarê lîstikvanê orginê kar kir. Beethoven di wê demê de dest bi xwendina lêkanîna mûzîkê bi mamostê xwe re "Nefê" kir, yê ku di wê demê de dixwest navê Beethoven li dinyê tevî belav bike.

Piştî wê bi 2 salan cara yekemîn çû Vienna paytexta mûzîkê û mûzîkvanan û bajarê "Motzart" yê ku Beethovin bi navê wî kêfxweş dibû û weke mînak ew didît.

Beethovin di wê demê de gihabû qunaxeke pir pêşketî di jenîna piyano de û navê wî wek piyanîstekî pir jêhatî belav bibû û gelek berhem ji pîyano re nîvîsandibû lê dema "Motzart" li jenîna wî ya pîyano guhdar kir ti hest pê re ne livîn lê gava Beethovin li ser piyano dest bi improvîsasyonê kir, Motzart lê zîvirî û bi matmayîbûn lê temaşekir û bi germbûn jê re çepka xist.

Piştî 2 heftryan ji mayîna wî li Vienna û piştî nûçeya nexweşiya diya wî jê re hat, Beethovin vegeriya Bonê, ji ber wê heya ana kesek nizane ku bi rastî Beethovin li cem Motzart mûzîk xwend an na.
Di sala 1787an de û piştî demeke kin ji vegera Beethovin ji Vienna diya wî mir û barê malbatê hemû ji Beethovin re hişt û ew bi xwe gelekî pê êşiya ji ber ku pir ji dayika xwe hez dikir û ew di malbatê de şana hezkirinê didît.
Di sala 1792an de Beethovin cara duyemîn çû Vienna û li ser destê hunermendê wê demê "Jûzêf Haydin" lêkanin û hinek ji harmonî xwend.
Lê Beethovin bi wê xwendinê qet ne razî bû, piştî salekê ji xwendinê li cem "Haydin" ji dev qerya, lê Haydin digot: "ez tim bê çare me li hember Beethovin, ji ber ti rêdaran napejirîne û herdem dipirse çima û çilo".
Piştî wê demê û piştî ku li cem gelek mamosteyên mûzîkê xwend Beethovin kesyatya wî wek mûzîkvanekî çêbû û navê wî gelekî di çîneya erustuqratî de li " Vienna " bela bû û pir alîkarîya wî kirin. Gelek konsêrt jê re çêkirin û rewşa wî ya diravî pir baş bû.
Gelek hevalên Beethovin li " Vienna " çê bûn û hêdî hêdî bi civaka " Vienna " re gevergerî bû ta ku li wir bicih bû.
Gelek caran diramiya ku here London yan Parîs bicih bibe, lê destê wî ji paytexta mûzîkê " Vienna " ne dibû.
Beethovin gelekî ji werzişê û bi taybet ji meşê hez dikir. Gelek caran di nav daristanê Vienna de dimeşya û gelkî lêkolîn li wir dikir.
Yek ji taybetmendiyên Beethovin yên herî balkêş hestyariya wî bû û gelekî dixwest ku bizewice û malbateke xwe ava bike da ku bicih bibe, lê xwezîya wî pêk ne hat ji ber ku hemû jinên Beethovin ew dixwestin pê qayil ne dibûn, çimkî hemû ji çîneya jê bilintir bûn.

Di sala 1798`an de Beethoven hest dibû ku hêdî hêdî kerr dibe û ewî navê "despêka kambaxbûnê" li vê qûnaxê kir. Lê di despêkê de giringî ne dida vê rewşê heya piştî wê bi 2 salan bi carekê re kerr bû û nema deng bihîstin.
Beethoven di despêkê de nexweşiya xwe li ser gelek kesan veşart, ji ber gelekî li ber xwe diket, û dîsa vegeriya tenahîya xwe û di namakê de ji hevalekî xwe re nîvisand: "guhê min tingînî ji ber tê û bi şev û roj dêşe, Xwedê tenê dizane wê rewşa min çawa bibe? Ez nema dixwazim têkilyê bi kesî re bikim û qet xelk nema ji min re pêwîst in. Ez nema karim ji tenhayê birevim û piştî demekê gerek ez jiyana xwe bi dawî bikim".
Ji vê namê merorv nas dike ku di wê demê de di êşeke mezin de dijiya. Lê Beethovin gelekî berxwedan li hember vê rewşê û qedera xwe dikir. Tiştê herî balkêş ku berhemên wî yê herî xurt û bi nav û deng (sîmfonya 5 û 9) sirûda aşîtîyê ya ku tê de bi navê hezkirinê û biratîyê ban dike di dema kerbûna wî de bûn.
Ji sedemên kerrbûna xwe Beethoven di sala 1808an de dev ji lîstika pîyano qerîya wek piyanîstekî ji tenê mabû serkêş û berpisyarê orkêstra Viennayê û hemû nîvîsandinên xwe yên nû rave dikir û bi taybet sîmfonya 9 a ku "fagner" li ser dibêje: "Em li sîmfonya 9 dinerin wek karekî dîrokî mûzîka cîhanî ji qûnaxekê derbaske qûnaxekê pir pêşketî".

Rexnevanekî din jî dibêje:
"Xweda dinya çêkir ji bo Beethovin sîmfonya 9 binîvisîne, ew şîreta aşîtîyê û hezkirinê li jiyanê ye".
Gelek rexnevanan jiyana Beethoven di sê qûnaxan de dabeş dikin:
Qûnaxa yekemîn: Ya ku tê de nîvîsandinê wî pir kilasîk bûn, mîna mûzîka "Haydin" û "Motzart" dest pê dike ji sala 1795 de û di 1803 bi dawî dibe. Tê de 50 kar nîvisandin, gelek ji wan sonata ji piyano re mîna sonata "Roniya heyvê" û sîmfonya 1 û 2.
Qûnaxa diwemîn: Ji sala 1804 de dest pê dike û di 1816 de bi dawî dibe. Tê de rengê mûzîka şoreşgerî û romantîk hatiye vedan. Di vê qunaxê de gelek kar afirand mîna simfonya 5 û opêra "fêdêlyo".
Qûnaxa sêyem: Ya ku bi xwe 10 salên dawî ji jiyana wî bûn, tê de karê xwe yî herî mezin nîvisand "sîmfonya 9" û gelek berxwedan li hember nexweşiyê û qederê dikir.
Di sala 1827an de xuya bû, wê jiyana Beethovin bi dawî bibe, ji ber ku nexweşiya zerikî gelekî lê zor kir.

Di 24ê adarê de li bajarê Vienna şûşak mey jê re hat Beethoven li ser got: "Mixabin dereng hat kêf bikin hevalino qeşmerî bi dawî bû".

Pişt re di 26ê adara 1827`an Beethovin çavên xwe girtin û vekirin dîsa serê xwe rakir li dora xwe nerî û hew vekir...

Berhemên Beethoven yên herî giring:

1- Sîmfonî

.Simfoniya 1. do major op. 21. di (1799-1800) de
.Sîmfonîya 2. rê major op. 36. di (1802-1803) de
.Sîmfonîya 3 mî bîmol major op. 55 . di (1803-1805) de
.Sîmfonîya 4 sî major op. 60. di (1806-1807) de
.Sîmfonîya 5 do mînor op. 67. di (1800-1808) de
.Sîmfonîya 6 fa major op. 68. di (1807-1808) de
.Sîmfonîya 7 la major op. 92. di (1811-1813) de
.Sîmfonîya 8 fa major op. 93. di (1811-1814) de
.Sîmfonîya 9 rê mînor op. 125. di. (1815-1824) de

û sîmfonîyek bi navê wellingtons victory po. 91 (1813)

2-konsêrta piyano û orkêstra

.Nr 1.do major op. 15.di (1795-1805) de
.Nr 2.sî major op. 19. di (1788-1801) de
.Nr 3.do mînor op. 37. di (1800-1803) de
.Nr 4.sol majir op. 58. di (1804-1807) de
.Nr 5.mî bîmol major. di (1809) de
.Konsêrta ji piyano û orkêstra .mî bîmol major (1784) de

3-konsêrta vîlolîn û orkêstra

.sol major op. 40. di (1803) de
.fa major op. 50. di (1805) de
.rê mînor op. 61. di (1806) de
.konsêrta piyano, viyolîn û çello. do majio op. 56. di (1804-1805) de
.konsêrta oboe û orkêstra. fa majo
.konsêrta piyano orkêstra. do mînor op. 80. di (1808-1809) de

4-Ouvertüren

.Prometheus do mînor op. 42. di (1801) de
.coriolan do mînor op. 62. di (1807) de
.Fidelio mî major op.72. di (1814) de
.Leonoren Nr.1 do major op.138. di (1805) de
.Leonoren Nr.2 do major op.72a. di (1805) de
.Leonoren Nr.3 do major op.72b. di (1806) de
.Lgmont fa mînor op.84. di (1810) de
.zur namensfeier op. 115. di (1815) de
.könig steohan op.117. di (1811) de
.die weihe des hauses op.124. di (1822) de

5-Opêra

.fidelio op. 72. di (1804-1814) de
.Christus am ölberge op. 85. di (1803) de
.Messe do major op. 86. di (1807) de
.Missa solemnis rê major op. 123. di (1819-1823) de
.Kantaten op. 112. di (1815) ji gotinê Johann Wolfgang von Goethe

6-Ji piyano re 32 sonata çekirin û ya herî bi nav û deng sonata roniya heyvê û gelek berhemên din ji piyano re lê ne bi mezin bûna sonata.

7- 16 perçe ji çartêlmûran re û 10 sonata ji pîyano û viyolîn re û 5 sonata ji piyano û çello re.

8- 50 stran û 5 balê û 3 perçe ji piyano û çartêlamûran re û 3 sonata ji vîolîn re

Avestakurd - Amadekirin Elend Yûsiv

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Yorumlama biçimi kutucuğundan Adı/Url 'yi seçerek, isminizi ve dilerseniz mail veya site adresinizi yazıp yorumunuzu gönderin. Yorumunuz Editör onayından geçerse yayınlanacaktır. Küfür, Hakaret, İftira ve SİYASİ içerikli yorumlar ve Adı Soyadı belirtilmeyen yorumlar yayınlanmıyacaktır. Surgucum