3 Mart 2009

BERFESPÎ

BERFESPÎ

BERFESPÎ

Çîrokeke Jacob & Wilhelm Grimm
Wêne: Rahman Hussein-Izeddin Jalal

Rupel 1

Hebû carek ji caran, xêr û xwesî bibarin li hazir û guhdaran.
Dibêjin carekê nîvê zivistanê bû, kuliyên berfê ji asîmanê lepelep dihatin
xwarê. Qralîçeyek li ber paceya ji dara ebenozê rûnistibû û tistekî didirût. Wê
hem didirût, hem jî carina li kuliyên berfê dinihêrt. Ji niska ve derzî di tiliya wê
re çû û sê dilop xwîn niqutîn ser berfê. Rengê sor li ser berfa spî wisa xwes xuya
dikir ku Qralîçeyê di dilê xwe de got:
--Ax, ax! Xwezî zarokeke min jî çêbûya! Zarokek mîna berfê spî, lêva
wê mîna xwînê sor û porê wê jî mîna dara paceya min a ebenozê res bûya.
Pistî demeke kurt, keçek ji qraliçeyê re çêbû; û keçik mîna berfê spî, lêvê
wê mîna xwînê sor, porê wê jî wek dara ebenozê res bû. Û navê Berfespî lê hat
danîn. Lê belê qralîçeyê pistî ku keça xwe anî dinyayê, çavê xwe girt û çû
dilovaniya xwe. Salek derbas bû, û qral bi jineke din re zewicî. Ev jinik pir delal
bû, lê pir qure û pozbilind bû, û qet tehemûla wê tunebû ku yeke din jê delaltir
be li dinyayê. Neynikeke wê ya bisihir jî hebû û dema ku wê li neynika xwe
dinihêrt, jê dipirsî digot:
--Neynikê, neynika delal
Kî ye ya herî bedew, li vî welatî?
Neynikê jî wiha bersiva wê dida:
--Qralîçeya min, tu yî ya herî bedew, li vî welatî.

Rupel 2

Hingê pir kêfa wê dihat. Û wê bas dizanibû ku neynik jê re rastiyê
dibêje.
Di wê navberê de jî Berfespî her ku diçû mezin û xwesiktir dibû. Û dema
ku Berfespî gihîst hivdeh saliya xwe, ew ji qralîçeyê bedewtir bû. Rojekê,
qralîçeyê dîsa çû li ber neynika xwe ya bi sihir sekinî û jê pirsî:
--Neynikê, neynika delal
Kî ye ya herî bedew, li vî welatî?
Neynikê jî wiha lê vegerand:
--Qralîçeya min, tu yî ya herî bedew, li vî welatî
Lê Berfespî bedewtir e ji te bi hezar carî
Qralîçe bi bihîstina van gotinan di cihê xwe de cemidî, ji hesûdiyê reng
lê nema. Ji wê kêlî û sûn de, her cara ku wê Berfespî didît, kerba dilê wê radibû
û jê zêdetir nefret dikir. Çavnebarî û pozbilindî êdî di dilê wê de bûbûn mîna
giyayên jehrîn û sev û roj lê heram bûbû.
Dawiyê, qralîçeyê gazî nêçîrvanekî kir û jê re got:
--Zû here keça qralî bibe daristanê. Ez êdî naxwazim wê bibînim. Divê
tu wê bikujî û pisik û kezeba wê bi destê xwe derxî û ji min re bînî, ji bo ez
bizanibim ku ew bi rastî jî miriye.
Nêçîrvan bi ya wê kir û bi mebesta gerê Berfespî bir daristanê. Lê dema
ku wî dest avêt tîr û kevanê xwe, ji bo ku li dilê pak ê keçikê bide, Berfespiyê
dest bi giriyê kir û got:
--Ez ketime bextê te nêçîrvanê delal!, destê xwe nexe xwîna min, bihêle
ez bijîm. Ez ê herim xwe bigihînim cihê herî kûr ê daristanê û ez ê tu caran
venegerim malê.
Ji ber ku keçik pir sîrîn û delal bû, dilê nêçîrvan pê sewitî û jê re got:
--De here bazde, xwe xelas bike keçika delal !

Rupel 3

Nêçîrvan di dilê xwe de jî got: “çawa be heywanên hov ên daristanê wê
aniha te bikujin.” Lê tevî her tistî, dilê nêçîrvan rehet bûbû, ji ber ku wî bi destê
xwe, dawî li jiyana keçikê neanîbû.
Tam wê demê, berazekî kûvî ji wir derbas dibû. Nêçîrvan hema bi
derbekê ew beraz kust û pisik û kezebên berazî derxistin û ew wek îsbata mirina
Berfespî, ji qralîçeyê re birin. Bi fermana qralîçeyê, xwarinpêj jî ew pisik û
kezeb pijandin û qralîçeya dilres ew tevde xwarin. Ew wisa fikirîbû ku pisik û
kezeb aîdê Berfespî ne.
Keçika reben jî bi tena serê xwe di nav daristanê de ma. Tirsa wê her
diçû zêdetir dibû û feqîrê nizanibû ka bi kîjan alî ve here. Wê dawiyê dest bi
bazdanê kir, di ser kevirên tûj û di nav giyayên bidirrî re derbas bû. Heywanên
hov û dirinde li dora wê tijî bûn, lê wan tu xirabî bi serê wê de neanîn. Berfespî
heta êvarê, heta ku hal di piyên wê de nema bazda bazda. Axir ew çû gihîst ber
maleke biçûk û ji bo ku hinek bêhna xwe vede kete hundir.
Li wê malê her tist biçûçik, paqij û sîrîn bû. Li aliyekî, maseyeke biçûk a
bi rûberekî spî nixumandî hebû. Heft sênîk, heft kevçî, heft çetel û heft kêr, tevî
heft qedehên biçûçik li ser maseyê hatibûn danîn. Li aliyê din jî, heft nivînên
biçûk li kêleka hev hatibûn rêzkirin û rûberên wan jî sipspî bûn. Berfespî wisa tî
û birçî bûbû ku ew çû ji her sênîkê piçikek xwarin xwar û ji her qedehê jî
piçikek serbet vexwar. Çimkî wê nedixwest xwarin û vexwarina tenê kesekî bi
temamî xelas bike.
Berfespî wisa westiyabû ku pistî xwarinê xwest hinek razê. Lê belê ew ê
di kîjan nivînê de razaya? Yek an pir kurt, yek jî an pir dirêj bû. Keçikê hemû
nivîn yeko yeko ceribandin. Dawiyê ya heftemîn li bejna wê hat. Wê jî xwe li
ser dirêj kir û ket xeweke giran.
Gava ku dinya tam bû tarî, malxwêyên malê vegeriyan hatin. Malxwê
heft cûce bûn û ew li çiyê, li kanên madenan dixebitîn. Heft cûce dema ku ketin

Rupel 4

hundir, heft lampeyên xwe yên biçûk pêxistin û dema ku ronahî ode ronî kir,
wan ferq kir ku yek hatiye ketiye hundir; ji ber ku tu tist ne weke berê bû.
Cûceyê yekemîn got: Kî li ser kursiya min rûnistiye?
Yê duyemîn got: Kê ji sênîka min xwariye?
Yê sêyemîn got: Kê ji nanê min xwariye?
Yê çaremîn got: Kê ji sînahiyên min tahm kiriye?
Yê pêncemîn got: Kê çetela min bi kar aniye?
Yê sesemîn got: Kê bi kêrika min jêkiriye?
Yê heftemîn got: Kê ji serbeta min vexwariye?
Dû re yê yekemîn li pist xwe nihêrt û dît ku nivîna wî ne wek berê ye.
Got: Kê nivîna min xira kiriye?
Yên din jî bi bazdan çûn li nivînên xwe nihêrtin û tev bi hev re qîriyan
gotin:
--Di ya min de jî yekî xwe pal daye!
Lê belê dema cûceyê heftemîn li nivîna xwe bas nihêrt, dît Berfespî tê de
razaye. Wî gazî yên din kir, ew jî bi lez û bez hatin û sas û metel man. Pistre jî
ew çûn heft lempeyên xwe yên biçûk girtin, anîn dan ber rûyê Berfespiyê û bi
dengekî bilind gotin:
--Xwedêyo, ev çi keçikeke delal e !
Kêfa cûceyan wisa jê re hat ku êdî dengê xwe nekirin û histin ku
Berfespî xewa xwe bas bigire. Cûceyê heftemîn jî heta serê sibê her saetê carek,
çû cem hevalekî xwe raza û ha wisa ew sev derbas bû.
Serê sibê, Berfespî ji xew siyar bû. Dema ku wê heft cûce li ser serê xwe
dîtin, feqîrê ji tirsan veciniqî. Lê belê wan bi dil û rûyekî ges lê dinihêrt, û jê
pirsîn gotin:
--Navê te çi ye?
Wê got:
--Navê min Berfespî ye.
Cûceyan got:

Rupel 5

--Tu çawa hatî heta vê derê?
Berfespiyê hingê behsa jinbava xwe kir û got ku jinbava wê xwestiye ku
wê bikuje, lê belê nêçîrvanê dilpak ew nekustiye û histiye ku ew jiyana xwe
bidomîne. Pistre jî wê ji ber tirsa xwe bi saetan di daristanê de bazdaye û dawiyê
hatiye gihîstiye vê malê.
Cûceyan got:
--Eger tu bikaribî karê malê bikî û ji me re xwarinê çêkî, eger tu her tist
rast û paqij bikî, tu ê bikaribî bi me re bimînî. Bi vî awayî, tu ê li vê derê her tim
bas û rehet bî.
Berfespiyê got:
--Belê, belê, ez bi dil û can qebûl dikim.
Û Berfespî li ba wan cûceyan ma û bi kar û barê malê re eleqedar bû.
Her roj serê sibê cûce diçûn çiyê, da ku ji kanên madenê hesin û zêr
derxin, êvarê jî vedigeriyan dihatin malê. Berfespî jî nava rojê, li malê bi tena
serê xwe dima; ji ber wê, cûceyan lê tembî kiribû û gotibû:
--Nebe nebe tu bawerî bi jinbava xwe bînî ha! Di nêz de wê haya wê
çêbe ku tu li vir dijî, ji ber wê divê tu nehêlî kes were hundir !
Li aliyê din, qralîçeya dilxirab jî pistî ku pisik û kezeba ku nêçîrvan jê re
anîbûn da pijandin û xwarin, êdî wê wisa bawer dikir ku ew bedewtirîn a jinan e.
Wê digot qey nêçîrvan bi rastî jî Berfespî kustiye. Û bi wê kêfxwesiyê qralîçe
dîsa çû ber neynika xwe ya bisihir û jê pirsî:
--Neynikê, neynika delal
Kî ye ya herî bedew, li vî welatî?
Neynikê jî wiha bersiva wê da:
--Qralîçeya min, tu pir bedew î li vî welatî

Rupel 6

Lê bedewtir e ji te Berfespî bi hezar carî
Ew ligel heft cûceyên biçûk û delalok
Li wî aliyê çiyayên madenan dijî
Li ser vê gotina neynikê, qralîçe sas û metel ma, wê bas dizanibû ku
neynika wê qet derewan nake. Hingê wê fam kir ku nêçîrvan ew xapandiye û
Berfespî hê jî dijî. Ew dîsa ket nav fikir û ramanan, da ku riyeke din bibîne ji bo
ji Berfespiyê xelas bibe. Çimkî heta ku qralîçe bi xwe nebûya ya herî bedew,
heta ku yeke din jê bedewtir bûya, wê bas dizanibû ku hesûdiya wê dê sev û roj
lê heram bikira.
Dawiyê, wê planek çêkir; rabû rûyê xwe bi boyaxan guherand û wekî
pîrejineke gundî cil û berg li xwe kirin. Wê xwe wisa guhertibû ku êdî tu kesî
nikaribû ew nas bikira.
Îca wê rabû berê xwe da wan çiyayên ku heft cûce lê dijîn û dawiyê
gihîst ber mala Berfespiyê. Wê li derî xist û got:
--Min çi tistên xwesik anîne !, ka li van binêrin, li van!
Berfespiyê ji paceyê nihêrt û got:
--Rojbas xanima delal, tu çi difirosî?
Pîrê lê vegerand got:
--Tistên xwesik û rindik difirosim. Ka li vê kembera xwesik û
rengorengo binêre.
Berfespiyê di dilê xwe de got:
--Çi jineke bas e ev ! Ez dikarim wê bigirim hundir.
Berfespiyê derî vekir û wê kembera spehî jê kirî.
Pîrê got:
--Ez qurbana te. Ka bihêle ez wê li pista te girê bidim.

Rupel 7

Berfespiyê tistekî nebas qet neanî bîra xwe û hist ku pîrê kemberê li pista
wê girê bide. Lê belê pîrê ew kember bi lez û bez li pista keçikê girê da û sidand
sidand, heta ku bêhn li Berfespiyê çikiya û dawiyê feqîrê bêruh ket erdê.
Îca Pîrê ji wê derê bi reverev bazda û di ber xwe de jî got:
--De haydê em bibînin, êdî tu ê çawa bibî ya herî delal, ha ha ha!
Ber bi êvarê heft cûce vegeriyan hatin malê. Gava ku wan dît Berfespiya
wan a delal li erdê, bêruh dirêjkirî ye, tirs û saweke ecêb kete dilê wan. Wan ew
ji erdê rakir û dîtin ku kemberek li pista wê hatiye girêdan û zêde zêde hatiye
sidandin. Wan hema bi zûzûka kembera pista wê vekir û bêhna keçikê hêdî hêdî
derket û hinek bi ser xwe ve hat. Dema ku cûce hîn bûn ka çi qewimiye, fam
kirin û gotin:
--Ew jinika çerçî, hebe tunebe qralîçeya zikres e. Hay ji xwe bimîne
Berfespiya delal! Dema em ne li vir bin divê tu ji tu kesî re derî venekî !
Qralîçeya dilres dema ku vegeriya koskê, çû li ber neynika xwe ya
bisihir sekinî û jê pirsî:
--Neynikê, neynika delal
Kî ye ya herî bedew, li vî welatî?
Neynikê jî wiha bersiva wê da:
--Qralîçeya min, tu pir bedew î li vî welatî
Lê bedewtir e ji te Berfespî, bi hezar carî
Ew ligel heft cûceyên biçûk û delalok
Li wî aliyê çiyayên madenan dijî
Dema ku qralîçeyê ev gotin bihîstin, ew wisa aciz bû, wisa qeherî ku
hindik ma ji dil ve here. Hingê wê fam kir ku Berfespî dîsa nemiriye û di dilê
xwe de got:

Rupel 8

--Ez ê planeke wisa çêkim ku tu ê bi temamî ji rûyê dinyayê rabî.
Dora rojê, qralîçeyê rabû sehekî jehrdar çêkir, dîsa cil û bergên xwe
guhertin û xwe xist siklê pîrikeke din.
Pîrê selika xwe girt û ket ser riya mala cûceyan. Dawiyê gihîst ber derî,
li derî da û got:
--Min çi tistên xwesik anîne, ka li van binêrin hele !
Berfespiyê ji paceyê nihêrt û got:
--Herin ji vê derê! Ez nikarim derî li tu kesî vekim.
Pîrê lê vegerand got:
--Lê qet nebe tu dikarî li vî sehê xwesik binêrî ha ! Ez ê porê te xwesik
seh bikim!
Feqîrê Berfespî dîsa ji tu tistî neket sik û gumanê, jê re derî vekir û hist
ku pîrê porê wê seh bike. Lê pîrê sehê jehrdar çawa xist nav porê keçikê, jehr
tesîra xwe nîsan da û keçika ciwan ji his ve çû û ket erdê.
--“Ha ji te re! Êdî tu hew dikarî bibî ya herî delal!”
Pîrê wiha got û bi lez û bez ji wir bazda çû.
Gava ku dinya bû tarî, heft cûce jî vegeriyan hatin malê. Lê dema ku
wan Berfespî li erdê bêruh û can dît, di eynî kêliyê de fikirîn ku ev sixul dîsa yê
dêmariya wê ye. Îca ew ser keçikê geriyan û dîtin ku sehek di nav porê wê de
ye. Dema ku wan seh ji porê wê derxist, Berfespî bi ser xwe ve hat û çîroka xwe
ya pîrê ji wan re got. Wan careke din li keçikê tembî kirin û gotin ku divê hay ji
xwe bimîne û ji tu kesî re derî veneke.
Li aliyê din, dema ku qralîçe gihîst koska xwe, dîsa çû li ber neynika
xwe sekinî û got:
--Neynikê, neynika delal
Kî ye ya herî bedew, li vî welatî?

Rupel 9

Neynikê jî wek cara din bersiva wê da got:
--Qralîçeya min, tu pir bedew î li vî welatî
Lê bedewtir e ji te Berfespî bi hezar carî
Ew ligel heft cûceyên biçûk û delalok
Li wî aliyê çiyayên madenan dijî
Gava ku qralîçeyê ev tist bihîst, ji hêrsan lerizî û bi qîrîn got:
--Heke jiyana min bi xwe jî bibe bedel, divê Berfespî bimire, ji rûyê
dinyayê rabe !
Qralîçeya dilxirab pistre çû ket odeyekê ku tu kesî nikaribû biketayê û li
wir sêveke jehrdar amade kir. Sêv ji der ve pir xwesik, spî û sor dixuya. Wisa
xwes dixuya ku her kê ew bidîta dil dibijiyayê; lê belê perçeyeke biçûçik tenê jî
bes bû ji bo kustinê.
Dema her tist amade bû, qralîçeyê dîsa ser û çavê xwe boyax kir û xwe
xist siklê jineke gundî. Wê xwe bi wî rengî guhert û ket ser riya heft çiyayên ku
heft cûce lê dijiyan. Qralîçe gihîst malê û li derî da.
Berfespiyê ji paceyê nihêrt û got:
--Cûceyan li min qedexe kir ku ez derî vekim. Ez nikarim kesî bigirim
hundir!
Pîrê got:
--Temam, xem nake. Ez ê sêvên xwe bifirosim kesên din; lê ez dixwazim
hebek wek diyarî bidim te.
Berfespiyê got:
--Na, ez nikarim tu tistî wek diyarî jî qebûl bikim.
Pîrê jê pirsî got:
--Ma tu ditirsî bi jehrê kevî ? Binêre : ez vê sêvê dikim tu perçe, tu ê
perçeya sor bixwî, ez ê jî perçeya spî.

Rupel 10

Sêv wisa bi hunerî hatibû çêkirin ku tenê aliyê sor bijehr bû. Berfespiyê
nihêrt ku pîrê para xwe bi îstah dixwe, wê jî nema bi nefsa xwe karî û destê xwe
dirêj kir û nîvê din ê sêvê, ku tijî jehr bû, ji pîrê girt.
Berfespiyê çawa gezek li sêvê da, lê hê danequrtandibû ku bêruh û can
kete erdê.
Pîrê, yanî Qralîçeya zikres bi awirên pir xirab li Berfespiyê nihêrî û bi
tinazî got:
--Ha ha ha! Spî wek berfê, sor wek xwînê, res mîna ebenozê haa! Vê
carê êdî cûce jî nikarin te hisyar bikin !
Wisa got û ji mala Berfespiyê bi bazdan derket çû.
Û dema ku ew vegeriya mala xwe, çû dîsa ji neynika xwe pirsî:
--Neynikê, neynika delal
Kî ye ya herî bedew, li vî welatî?
Neynikê jî got:
--Qralîçeya min, tu yî ya herî bedew li vî welatî.
Wê çaxê dilê qralîçeya hesûd bi vê gotinê rehet bû, sa bû.
Êvarê dema heft cûce vegeriyan malê, dîtin ku Berfespî bêruh li erdê ye.
Cûceyan keçik rakir ser piyan, li ser keçikê geriyan ka tistekî bijehr bi
cihekî wê ve heye an na; kembera wê sist kirin, porê wê seh kirin, ew bi av û
serbetê sûstin, lê tu tistî feyde nekir: keçika delal miribû, ew wekî miriyan bû.
Cûceyan ew danîn ser darbestekê, li dora wê rûnistin û sê roj û sê sev li
ser wê giriyan. Dûre rabûn amadekarî kirin ji bo ku wê defin bikin. Lê belê ew
wekî mirovekî zindî dixuya û hinarikên wê wekî berê sor û delal bûn.
Cûceyan got:
--Em nikarin wê bixin bin axa sar, çênabe !

Rupel 11

Îca ew rabûn ji bo Berfespiyê tabûtek ji camê çêkirin. Bi wî rengî mirov
dikaribû ji her aliyî ve Berfespiyê bibîne. Pistre cûceyan keçik xist nav tabûtê û
li ser jî bi tîpên zêrîn hem navê wê nivîsîn û hem jî gotin ku ew keça qralî ye.
Pasê jî wan tabût danî ser girekî û her carê yek ji wan bi dorê nobedariya wê
kir...
Berfespî demeke dirêj di nav tabûta sefaf de wekî mirovekî zindî, bi
delalî raza. Lê pistî demekê kurê qralekî, yanî prensek, ku ji nav daristanê derbas
dibû, bi tesadufî mala cûceyan dît û xwest seva xwe li wir derbas bike. Gava wî
dît ku li ser girê nêzî malê, di nav tabûteke sefaf de keçeke narîn û delal radizê,
bi carekê dilê wî kete keçikê û ji cûceyan re got:
--Vê tabûtê bidin min, hûn çi bixwazin ez ê bidim we.
Lê belê cûceyan got:
--Tu zêrên hemû dinyayê jî bidî me, em wê nadin te.
Prens got:
--Wê çaxê wê wek diyarî bidin min. Çi ku ez kêliyek tenê jî wê nebînim,
ez ê nikaribim bijîm. Ez ê wê weke yara xwe ya delal qebûl bikim û her dem
qîmeta wê bizanibim.
Dema cûceyan ev gotin bihîstin, dilê wan bi prens sewitî û rabûn tabût
dane wî.
Pistre muhafizên prens tabût danî ser milên xwe û ketin rê. Lê ew hê
zêde neçûbûn ku, piyê yek ji wan muhafizan li kevirekî eliqî. Hindik ma ku hem
muhafiz hem jî tabûta li ser milê wan bikeve erdê. Û ji ber hejîna tabûtê, ew
perçe-sêv a di qirika Berfespiyê de bi carekê pekiya derket der. Pistre Berfespiyê
çavê xwe vekir, devê tabûtê rakir û rabû ser xwe. Ew careke din zindî bû!
Berfespiyê bi sas û metel pirsî:
--Ez li ku derê me ?
Prens bi kêfeke nedîtî bersiva wê da û got:
--Tu li ba min î.

Rupel 12

Pistre jî prens behsa çîroka xwe kir û got:
--Ez li dinyayê ji her tistî zêdetir ji te hez dikim; kerem bike bi min re
were û bibe yara min.
Dilê Berfespiyê jî kete prens û pê re çû koskê. Bavê prens ji bo wan
daweteke muhtesem çêkir.
Lê çi tesaduf bû ku qralîçeya zikres, yanî jinbava Berfespiyê jî ji bo
dawetê hatibû vexwendin. Pistî ku qralîçeyê cil û bergên xwe yên herî delal û
xwesik li xwe kirin, ew dîsa çû bi quretî li ber neynika xwe ya bisihir sekinî û
pirsî:
--Neynikê, neynika delal
Kî ye ya herî bedew, li vî welatî?
Neynikê jî wiha bersiv da got:
--Qralîçeya min,
Li vê derê ya herî bedew tu yî
Lê bûk delaltir e ji te bi hezar carî
Jinbava zikres pir aciz bû, ji qehran nezanî çi bike û dest bi çêrên xirab
kir. Ew wisa tirsiya wisa tirsiya ku bi carekê hisê xwe winda kir, aqil lê nema û
dîn bû.
Berfespî û prens jî heta dawiya emrê xwe di koska xwe de jiyaneke xwes
û bextewar derbas kirin.
Çîroka me qediya,
xêr û xwesî li hazir û guhdaran bariya.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Yorumlama biçimi kutucuğundan Adı/Url 'yi seçerek, isminizi ve dilerseniz mail veya site adresinizi yazıp yorumunuzu gönderin. Yorumunuz Editör onayından geçerse yayınlanacaktır. Küfür, Hakaret, İftira ve SİYASİ içerikli yorumlar ve Adı Soyadı belirtilmeyen yorumlar yayınlanmıyacaktır. Surgucum