3 Mart 2009

BILBIL Û ÎMPARATORÊ ÇÎNÊ

BILBIL Û ÎMPARATORÊ ÇÎNÊ

BILBIL Û ÎMPARATORÊ ÇÎNÊ

Çîrokeke Hans Christian Andersen
Wêne: Bente Dalsgaard

Rupel 1


Hebû carek ji caran, xêr û xwesî bibarin li hazir û guhdaran...
Hûn dizanin ku li Çînê, împarator Çînî ye, hemû kesên di bin xizmeta wî de jî Çînî ne.
Berî gelek û gelek salan, seraya împarator, seraya herî delal a dinyayê bû, her derê wê bi
porsêlenên pir tenik hatibû çêkirin, ji ber wê diviyabû mirov li hundir pir bidîqat bimesiya.
Li bexçeyê serayê kulîlkên muhtesem hêsîn dibûn; îca ji bo ku tu kes nikaribe bêyî ku li wan
kulîlkan binêre, ji wir derbas bibe, zengilên biçûçik ên ji zîv bi wan ve hatibûn danîn û wan
zengilan jî her tim dikir çingeçing. Bi rastî jî her tist pir delal bû li wî bexçeyî, û ev bexçe wisa
mezin bû ku bexçevan bi xwe jî nizanibû dawiya wî digihîje ku derê. Dema mirov demeke dûv û
dirêj di bexçe re dimesiya, mirov digihîst daristaneke muhtesem ku li wir jî darên mezin û golên pir
kûr hebûn. Û ev daristan jî digihîst heta deryayekê, deryaya sîn û kûr. Îca kestiyên pir mezin
dikaribû werin binê wan darên mezin, û li ser yek ji wan daran jî bilbilek dijiya.
Ew bilbil wisa xwes distrî ku masîgir bi xwe jî, ku gelek kar li benda wan bû, dema nîvê
sevê diçûn torên xwe ji deryayê bikisînin, wan nikaribû ji wir rasterast derbas bibin. Û ew disekinîn,
li wî bilbilî guhdarî dikirin. Wan her carê digot, “Xwedêyo! Çiqas delal distre! Mirov mest dibe!”
Ji her derê dinyayê, ji hemû welatan, gerok dihatin bajarê împaratorê Çînê û dibûn heyranên
bexçe û serayê; lê dema ku ew dawiyê digihîstin cem wî bilbilî, wan hemûyan digot: “Li vê
împaratoriyê, tistê herî delal, ha ev deng e!”
Wextê ku vedigeriyan welatê xwe jî, gerokan hemû tistên dîtibûn ji derdora xwe re
vedigotin, û mirovên zane jî derbarê bajar, seray û bexçeyê împarator de gelek pirtûk dinivîsandin.
Lê belê wan ew bilbil jî ji bîr nedikir û pesnê wî gelek didan. Helbestvan jî di pirtûkên xwe yên
helbestan de rêzên herî delal ji bo bilbilê ku li daristanê, li nêzî deryayê dijiya, saz dikirin.
Pistî demekê, ew pirtûk li her derê dinyayê belav bûn, û rojekê çend heb ji wan gihîst ber
destê împarator. Împarator li ser textê xwe yê zêrîn rûnist û dest bi xwendina yek ji wan pirtûkan
kir. Kêfa împarator gelek hat ji ber ku pesnê bajar, seray û bexçeyê wî dihat kirin. Li cihekî wê
pirtûkê ev hatibû nivîsîn: “Bi rastî jî li wê împaratoriyê, ew bilbil ji her tistî delaltir bû!”
--“Çi?!! Bilbil?!!”, got împarator ji xwe re. “Ê ez wî nas nakim! Di împaratoriya min de, bi
rastî jî bilbilekî wisa heye gelo? Lê min qet nebihîstiye jê hatiye behskirin!”

Rupel 2

Îca împarator rabû gazî serokwezîrê xwe kir. Serokwezîr, mirovekî wisa pozbilind bû ku,
dema kesek ji rutbeya biçûk pê re biaxiviya û jê tistek bipirsiya, wî jî digot: “P!” Û ev bersiv jî
nedihat tu wateyê.
Împarator ji serokwezîr re got:
--“Li gorî gotinan, li vê derê çivîkekî pir balkês heye, yanî bilbilek! Tê gotin ku di
împaratoriya min de tistê herî delal ew bilbil e. Heta niha li ser wî çima tu tist ji min re nehat
gotin?”
Serokwezîr got:
--“Qet haya min jê çênebû împaratorê min! Ew qet nehatiye van deran!”
Împarator got:
--“Ez dixwazim ku vê êvarê bila ew were vir û ji bo min bistre! Dinya tev dizane ku li vir
bilbilek heye, lê qet haya min jê tuneye!”
Serokwezîr dîsa got:
--“Heta niha qet haya min jê çênebû, lê ez ê lê bigerim û wî bibînim!”
Serokwezîr heta jêrê ji derenceyan daket û li hemû salon û korîdoran geriya, û ji her kesê ku
rastî wî dihat pirsî, lê belê haya tu kesî ji wî bilbilî tunebû. Îca serokwezîr vegeriya cem împarator û
jê re got:
--“Divê Majesteyê min baweriya xwe bi her tistê ku dixwîne neyne. Herhal tistên di pirtûkê
de nivîsandî, tistên xeyalî ne, majesteyê min!”
Împarator got: “Lê belê pirtûka ku min xwend, ji aliyê împaratorê mezin ê Japonyayê ve ji
min re hatiye sandin; ji ber wê yekê ne mumkun e sasiyeke wiha çêbe. Ez dixwazim dengê wî
bilbilî bibihîzim; hem jî vê êvarê û li vê derê! Eger ew neyê peydekirin, ez ê pistî xwarina êvarê,
lasê we hemû mirovên serayê raxim erdê.”
“Ba ba bas e!”, got serokwezîr, û bilezûbez dîsa ji derenceyan daket û hilkisiya, û li hemû
salon û korîdoran geriya. Nîvê mirovên ku li serayê dijiyan, tevî serokwezîr virde wirde li derdorê li
bilbil geriyan, ji ber ku ew jî pir tirsiyan ku lasê wan ji aliyê qral ve bi rastî jî li erdê bê raxistin.
Dawiyê, wan ji keçeke xizmetkar ku li mitbexê dixebitî pirsî. Keçikê got: “Erê, ez wî bilbilî
nas dikim. Ew gelek delal distre. Her êvar, ez destûrê digirim û diçim ji diya xwe ya nexwes re
xwarinê dibim. Mala diya min li keviya deryayê ye. Û di vegerê de, ji bo ku hinek bêhna xwe
vedim, li daristanê rûdinim. Tam wê demê ew bilbil dest bi stranan dike. Û wekî ku diya min ez
hembêz kiribim, hêstirên çavên min wisa tên xwarê!”

Rupel 3

Serokwezîr ji keçikê re got: “Ew bilbil divê vê êvarê li vê derê bistre. Eger tu me bibî cem
wî, ez ê destûrê bidim te ku tu li mitbexê daîmî bixebitî û bi taybetî jî bi xwarina împarator re
eleqedar bibî.”
Îca keçika xizmetkar, serokwezîr û gelek kesên ji serayê, tev ketin rê ji bo herin wê daristana
ku bilbil lê dijiya. Dema ku ew bilezûbez dimesiyan, di rê de çêlekekê oreor kir.
Xebatkarekî serayê got: “Aha! Me peyde kir. Lê li gorî bejna xwe ya biçûk, ev çi bihêz deng
derdixe! Ez bawer im min ev deng berê jî bihîstibû!”
Keçika xizmetkar a mitbexê got: “Na, ew ne dengê bilbil e, dengê çêlekan e. Em hê pir dûrî
bilbil in.”
Pistî demekê, ji nav avzêlkan beqan kir waqewaq. Serbazekî serayê got: “Ha aniha ez
dibihîzim, çi muhtesem e! Ev deng disibe dengê zengilên biçûk ên perestgehan.”
Keçika xizmetkar got: “Naa, ev beq in wisa deng derdixin. Lê ez bawer im em êdî pir nêzî
bilbil in.”
Tam di wê kêliyê de, bilbil dest bi stranan kir. “Hah, ew e, lê guhdarî bikin! Ha li wê derê
ye!” got keçikê, û bi tiliya xwe çivîkekî biçûk î gewr nîsanî wan da. Bilbil li ser darekê venistibû û
distrî.
Serokwezîr bi sas û metel ji xwe re got: “Ez qet nefikirîbûm ku ev bilbil çivîkekî wisa jirêzê
ye. Herhal ji ber ku ewqas mirov lê temase kirine, ew jî çilmisiye û reng lê nemaye.”
Keçika xizmetkar bi dengekî bilind, ji bilbil re got: “Bilbilê delal, împaratorê me yê mezin
dixwaze ku tu li ber wî bistrî!”
“Ez ê bi kêfxwesî bistrim”, got bilbil û dest bi stranekê kir. Ew wisa delal strî ku herkes li
ber dengê wî mest bû. Serokwezîr got: “Ev deng, mîna dengê zengilên ji camê ye. Ka lê binêrin
qirika wî ya biçûk çi bi hêz e! Pir balkês e, me berê ev çawa qet ferq nekiriye?!”
Bilbil pirsî got: “Ez strana xwe hê jî bidomînim ji bo împarator?”
Bilbil wisa got, ji ber ku ew wisa difikirî ku împarator jî li wir hazir e û lê guhdarî dike.
Serokwezîr got: “Bilbilê min î bêhempa, ez ê pir kêfxwes bim ku tu vê êvarê li serayê tevlî
sahiyekê bibî û ji bo împaratorê me yê mezin, bi wî dengê xwe yê muhtesem stranan bibêjî!”
Bilbil got: “Dengê min li nav xwezayê bastir derdikeve! Lê madem împarator dixwaze, bila
be, ez ê werim.”. Û bilbil bi dilekî xwes bi wan mirovan re çû serayê.
Li serayê, her tist hatibû paqijkirin û sûstin. Hemû dîwar û erd, ku ji porsêlenan hatibûn
çêkirin, di bin bi hezaran lampeyên zêrîn de dibiriqîn. Kulîlkên herî delal û muhtesem li salon û
korîdoran hatibûn danîn. Û li ser wan kulîlkan jî zengilên biçûk hatibûn girêdan. Dema ji derî û
paceyan bayê hênik dihat, ew zengil tev bi hev re dihejiyan û dengên pir xwes derdixistin.

Rupel 4

Li orteya salona mezin, ku împarator li wir rûnistibû, lîsekî zêrîn ji bo bilbil hatibû danîn. Çi
kesên li serayê diman, hemû hatibûn dîtina bilbil. Keçika biçûk jî, ku pistre ew ê bibûya aspêja
serayê, destûr girtibû ku li pist derî bisekine û li bilbil guhdarî bike. Herkesî cilên xwe yên herî delal
li xwe kiribûn û hemûyan li bilbilê binavûdeng dinihêrt.
Û bilbil dest bi stranê kir. Ew wisa delal distrî ku çavên împarator tijî hêstir bûn. Pistre
hêstiran xwe berda jêr, herikîn, û bilbil hê xwestir strî. Împaratorê mezin li ber dengê bilbil mest bû
û ferman da bila zû cotek simikên zêrîn ji bilbil re bînin û lê bikin. Bilbil gelek spasiya wî kir û got
ku ew xelateke wisa naxwaze. Û bilbil gotina xwe wiha domand: “Min hêstirên çavên împarator
dîtin, ev ji bo min xezîneya herî giranbiha bû! Erê! Ez ji xwe pir bi camêrî hatim bixelatkirin, tistekî
din naxwazim!” Pistî wan gotinan, bilbil bi dengê xwe yê nerm û delal strana xwe domand û herkes
zêdetir bû heyrana wî.
Pistî wê sahiyê, li ser daxwaza împarator, bilbil mecbûr ma li serayê, di nav qefeseke taybet
de bimîne. Lê destûr hatibû dayîn ku ew bi roj du caran, bi sev jî tenê carek karibe derkeve derve
bigere. Û diwanzdeh xizmetkar ji bo wî hatin wezîfedarkirin. Pistî ku wextê gera derve yê bilbil
diqediya, wan xizmetkaran ji serîdên ji hevrîsim ên bi piyên bilbil ve girêdayî dikisandin û ew dîsa
dixistin nav qefesê. Helbet ev ji bo bilbil qet ne tistekî xwes bû.

Rupel 5

Rojekê, ji împarator re qutiyek anîn. Li ser qutî “Bilbil” hatibû nivîsandin.
Împarator got qey ev jî li ser bilbilê wî yê navdar pirtûkeke nû ye. Lê belê tistê di nav qutî de
ne pirtûkek bû; berhemeke hunerî, yanî bilbilekî mekanîk bû. Ev bilbilê mekanîk bi yaqût û
almastan hatibû xemilandin û dengê wî jî mîna dengê çivîkekî zindî bû. Dema ku mirov bilbilê
mekanîk bar dikir, wî wekî çivikekî zindî stran digotin, pistre dûvê xwe dihejand û rengorengo
dibiriqî.
Dema ku bilbilê mekanîk dest bi stranê kir, herkesî got: “Oh! Ev muhtesem e. Wê çaxê ev
herdu bilbil dikarin bi hev re bistrin!”
Û bilbilê rastîn mecbûr ma, tevî bilbilê mekanîk bistre, lê belê ev qet bas çênebû. Ji ber ku
bilbilê rastîn bi awayekî xwezahî distrî, bilbilê mekanîk jî li gorî terza valsê ku berê lê hatibû
barkirin, stran digot. Îca ji ber cudabûna awayên wan, muzîk pir tevlîhev bû. Lê hosteyê muzîkê
got: “Bilbilê mekanîk pir rast distre, qet xeletî tune, hetta, tam li gorî terza perwerdeya min e!”
Îca bilbilê rastîn sekinandin û bilbilê mekanîk tenê strî. Wî bi dengê xwe, bi qasî bilbilê
rastîn, guhdar kêfxwes kirin, lê bi reng û tevgerîna xwe, jê eleqeyeke zêdetir dît. Ew bêwestan, li ser
hev, sîhûsê caran eynî muzîk strî. Guhdaran dixwest ku ew hê jî bidome, lê belê împarator got ku
bila vê carê bilbilê rastîn bistre.
Lê bilbilê rastîn ka li ku derê bû? Kesî ferq nekiribû ku ew ji paceyê firiyaye, çûye daristana
xwe ya hêsîn.
Împarator pirsî got: “Ka çi qewimî, çi bû bi çivîkê rastîn?” Hemû qesmerên serayê bilebil kir
û gotin ku bilbilê rastîn ji ber nankorî û hesûdiya xwe ji serayê çûye. Û di ser de jî gotin ku hema
ew bila here, çawa be êdî çivîkê herî delal û dengxwes, yanî bilbilê wan ê mekanîk heye.

Rupel 6

Pistre bilbilê mekanîk dîsa dest bi strînê kir. Hosteyê muzîkê gelek pesnê bilbilê mekanîk da
û got ku ev bilbil, ne tenê ji aliyê sikl û semala xwe ve, lê belê ji aliyê mekanîzmaya hundirîn ve jî ji
yê rastîn pir bastir e. Û wî gotina xwe wiha domand: “Împaratorê min î mezin! Ez benî, mirov
nizanibû ka çi deng wê bi çi awayî ji bilbilê rastîn derketa, lê belê mirov pir bas dizane ku bilbilê
mekanîk wê kengê, çi deng derxe. Û mirov dikare bilbilê çêkirî ji hev bixe, sîstema sixulîna wî fam
bike û binêre ka ew çawa dilîze û distre!”.
Herkesî got: “Em jî bi heman awayî difikirin împaratorê me!”, û hosteyê muzîkê destûr girt
ku ew wî bilbilê mekanîk rojekê nîsanî gel bide. Helbet diviyabû gel jî lê guhdarî bikira. Dema ku
gel li bilbilê mekanîk guhdarî kir, herkes ji xwe ve çû û bû heyrana wî. Tenê masîgirên feqîr, yên ku
berê li bilbilê rastîn guhdarî kiribûn, gotin: “Ev bilbilê mekanîk xwes distre, awazên wî mîna rastiyê
ne, lê belê wekî ku tistek jê kêm be û em nizanin ew çi ye!”
Bilbilê rastîn hem ji împaratoriyê hem jî ji welêt hat qewirandin. Bilbilê mekanîk jî li nêzî
nivîna împarator hat bicihkirin û hemû diyariyên ji bo wî sandî, ango zêr û zîv û kevirên nirxbiha, li
dora wî hatin danîn. Û çivîkê mekanîk wek “Stranbêjê Herî Payebilind ê Împaratoriyê” hat
binavkirin.
Tam salek derbas bû. Êdî împarator, mirovên li serayê û hemû Çînî melodiyên bilbilê
mekanîk ji ber dizanibûn. Hemû Çînî êdî li kolanan distrîn, digotin: “Cîq cîq, cîq cîq, cîq cîq, cîq !
Klukluk klukluk klukluk luk!” Erê, bi rastî jî ev tistekî muhtesem bû!
Lê belê rojekê, dema ku çîvîkê mekanîk wekî her tim distrî û împarator li ser nivîna xwe
dirêjkirî lê guhdarî dikir, bi carekê dengek ji nav bilbilê mekanîk derket got “çerq!”; pistre tistek ji
navê firiya got: “çîrq!” Mekanîzmaya bilbilê mekanîk bi carekê ji hev belav bû û muzîk sekinî.
Împarator ji nav cihê xwe hilpekiya û gazî bijîskê xwe kir. Ma bijîsk dikaribû çi bi mekîneyê
bikira? Îca gazî saetçêkerê hoste kirin; pistî gelek ceribandin û xebatan, saetçêker got divê êdî çivîk
zêde neyê bikaranîn, ji ber ku çerxên di nav mekîneyê de kevn bûne û ne mumkun e yên nû jî bixin
sûna wan. Îca ev çi xemgîniyek bû ji bo împarator û hemû Çîniyan! Pistî wê bûyerê, êdî bilbilê
mekanîk tenê salê carek dihat barkirin û stran pê didan gotin.
Ji ser wê bûyerê, pênc sal derbas bûn û li wî welatî xemgîniyeke pir mezin çêbû. Çimkî
împaratorê ku di dilê hemû Çîniyan de cihekî mezin girtibû, nexwes ketibû û di nêz de ew ê bimira.
Lê hê beriya ku împarator bimire, împaratorekî nû hatibû bijartin û hemû gel li derve, li kolanan
disekinî, û ji serokwezîr dipirsîn ka împaratorê pîr di çi halî de ye.
Serokwezîr wekî her tim digot “P!”, û serê xwe dihejand, diçû.
Împarator di nav nivîna xwe ya muhtesem de, bi rûyekî çilmisî û cemidî dirêjkirî bû û qet
nedilebitî. Hemû seray wisa bawer dikir ku ew ê di nêz de bimire, û ew li bendê bûn herin
împaratorê nû pêswazî bikin.

Rupel 7

Împaratorê feqîr, wekî ku tistek an jî kesek li ser singê wî rûnistî be, bi zorê bêhn dida
distand. Împarator bi carekê çavên xwe vekirin û dît ku Mirin li kêleka wî disekine. Niha ku Mirin li
ser dilê împarator rûnistibû, li ser perdeya dora nivîna împarator, qoqên miriyan bi carekê xuya
dibûn û winda dibûn. Rûyê hin ji wan qoqan pir kirêt, hin ji wan jî delal û sîrîn bû. Ev, tevgerên bas
û xirab ên împarator bûn û li wî dinihêrtin.
“Ev tevgerên te tên bîra te?” got Mirinê ji împarator re. Pistre, wê jê re hemû kirinên wî yên
borî vegotin û împarator ji ber wan kirinên xwe di nav xwêdanê de ma.
Îca împarator qîriya got: “Li muzîkê bidin! Li daholê mezin bidin ji bo ku ez van gotinên
Mirinê nebihîzim!”
Lê belê Mirinê gotinên xwe domand û bi ser de zêdetir qîriya.
Împarator got: “Muzîîîk, li muzîkê bidin! Tu, çivîkê delal ê zêrîn, qet nebe tu bistre! Min zêr
û êsyayên giranbuha dan te, qet nebe tu bistre!” Lê belê ji ber ku tu kes tunebû çivîkê mekanîk bar
bike, ew jî nestrî.
Lê ji niska ve, ji nêzî paceyê, strana herî delal hat bihîstin: ev, bilbilê me yê rastîn bû. Ji ber
ku bilbil bihîstibû ku împarator di rewseke ne bas de ye, ew hatibû ku bi stranên xwe hêvî û
teseliyan bide împarator. Û dema ku bilbil strî, rûyên xeyalî yên li ser perdeyê winda bûn, xwîn di
canê împarator de zûtir geriya û hetta, Mirin bi xwe jî li bilbil guhdarî kir û got: “Dewam bike
bilbilê biçûk! Dewam bike!”
Û bilbil stranên xwe domandin. Wî her carê stranek li ser goristana bêdeng got, ku li
goristanê ji kulîlkan bêhnên xwes difûriyan û hêstirên mirovan dibariyan ser sînahiyan. Îca bi saya
stranên bilbil, Mirinê bêriya goristanê kir û hêdî hêdî wek mij û dûmaneke spî, ji paceyê derket çû,
winda bû.
“Gelek spas, gelek spas!” got împarator. “Çivîkê biçûk î xwedayî, ez te bas nas dikim! Min
tu ji welat û împaratoriya xwe sirgûn kiribûyî, lê te ew xeyalên xirab winda kirin û te Mirin ji dilê
min derxist! Ka bibêje, ez dikarim te çawa bixelat bikim?”
Bilbil got: “Te berê ez bi xelat kiribûm, împaratorê mezin! Cara pêsîn dema te ez guhdar
kirim, min dît çawa hêstir ji çavên te hatin xwarê. Ez ê vê tu caran ji bîr nekim; ancax tistekî wisa
dikare dilê stranbêjekî xwes bike! Ev ji bo min wek mucewhereke bêhempa bû! Lê ji bo ku tu dîsa
bi hêz û qewet bî, tu niha razê, ez ê jî ji bo te bistrim!”
Bilbil strî û împarator ket xeweke sîrîn. Serê sibê roj derket û derdor ronî û germ bû.
Împarator jî bi siheteke bastir ji xew rabû. Ji xizmetkaran yek tenê jî hê nehatibû, çimkî wan wisa
bawer dikir ku împarator êdî miriye. Lê belê bilbil hê jî li ser dara ber paceya wî bû û ji bo wî distrî.

Rupel 8

“Tu ê her tim li cem min bî û bistrî”, got împarator. “Ez ê wî çivîkê mekanîk jî biskînim,
perçe bikim.”
Bilbilê dengxwes got: “Na, wisa neke. Heta ku jê hat, wî ev der pir sên kir; ew bila li vir
bimîne. Ez nikarim li serayê bijîm. Bihêle, dilê min kengê bixwaze, ez wê demê werim. Êvaran, her
carê ez ê ji bo te bistrim, ji bo ku hem kêfa te were, hem jî tu bikaribî bifikirî. Ez ê li ser bextewarî û
xizaniyê, li ser qencî û xirabiyê, li ser tistên ku li derdora te diqewimin lê ji te tên vesartin, ez ê li
ser wan hemûyan bistrim!”
“Tu çawa bixwazî, bila wisa be!” got împarator ji bilbil re. Împarator li ser piyan di nav
cilên xwe yên împaratoriyê de amade bû derkeve derve.
Bilbil berî ku bifire here, ji împarator re got:
“Ji bo te wê pir bastir be, ku tu ji tu kesî re askere nekî ku çivîkekî te yê biçûk heye û her tist
ji te re vedibêje!”
Împarator got “bas e”.
Tam di wê kêliyê de xizmetkar ketin hundir ji bo ku împaratorê xwe yê mirî bibînin, lê ew di
cihê xwe de cemidîn û sas û metel man.
Împarator jî ji wan re bisirî û got: “Roj bas!”
Çîroka me qediya, xêr û xwesî li hazir û guhdaran bariya.

10/05/2007

16 ÇÎROKÊN KLASÎK ÊN ZAROKAN BI ZIMANÊ KURMANCİ



Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Yorumlama biçimi kutucuğundan Adı/Url 'yi seçerek, isminizi ve dilerseniz mail veya site adresinizi yazıp yorumunuzu gönderin. Yorumunuz Editör onayından geçerse yayınlanacaktır. Küfür, Hakaret, İftira ve SİYASİ içerikli yorumlar ve Adı Soyadı belirtilmeyen yorumlar yayınlanmıyacaktır. Surgucum