3 Mart 2009

CILÊN NÛ YÊN QRAL

CILÊN NÛ YÊN QRAL

CILÊN NÛ YÊN QRAL

Çîrokeke Hans Christian Andersen
Wêne: Salih Reşîd

Rupel 1

Hebû carek ji caran, xêr û xwesî bibarin li hazir û guhdaran...
Hebû tunebû... dibêjin carekê li welatekî qralekî qure, kuspene hebû. Derd û kulê wî
tenê ew bû ku bi cilûbergên xwesik xwe bixemilanda. Îca wî her saetê carekê diçû cilê xwe
diguherand û xwe bi cilên nû nîsanî derdorê dida.
Ev xûy û tebîeta qral êdî derveyî sînorên qraliyetê jî olan dabû. Rojekê, du sextekarên
hoste hatin seraya qral û gotin: “Em du pîsekarên sareza ne. Pistî çend salên lêkolînê, ji bo
raçandina qumasekî pir sivik û tenik me pergaleke soresgerane peyde kir. Îca ew qumas
wisa sivik û wisa tenik çêdibe ku mirovên ehmeq û kesên ne layiqî mewkiya xwe nikarin wî
bibînin! Yanî qumasê me ji mirovên wisa re xuya nake!”
Sefê nobedaran xeber sand berdevkê serayê. Berdevkê serayê çû ji serokwezîr re got.
Serokwezîr jî bi bazdan xeber gihand qral. Qral jî wisa meraq kir wisa meraq kir ku got bila
hema zû wan herdu zilaman bînin cem wî.
--“...û tabî, Majeste, ev qumas, hem ewê nedîtbar be, hem jî ji bo we emê wê bi reng
û desenên pir taybet çêkin!” got herdu sextekar ji qral re.
Kêfa qral pir hat, rabû çewalek pereyê zêrîn da wan û ji wan xwest ku hema wê
kêliyê dest bi xebatê bikin û ji wan re got: “Ji bo çêkirina wî qumasî pêdiviya we bi çi hebe
bibêjin, ewê di cih de pêk were!”
Herdu sextekaran hevrîsimê saf, tayê zêrîn û tevnek xwestin. Pistî ku tistên pêwist
hatin peydekirin, wan herdu sextekaran xwe wekî ku dest bi xebatê kiribin nîsan dan.
Di vê navberê de qral difikirî ku wî pereyê xwe ji bo tistekî pir bas xerc kiriye: çimkî
ne tenê ewê bibûya xwedî cilûbergekî muhtesem, ewê hîn bibûya ka kî, ji nav tebayên wî,
ehmeq û ne layiqî meqama xwe ye. Pistî çend rojan, qral bangî serokwezîrê xwe kir û
ferman da got:

Rupel 2

--“Ka here binêre karê raçandina qumas çawa dimese! Pist re jî were agahiyê bide
min!”. Serokwezîrê kal ku bi zanîn û tecrûbeyên xwe dihat naskirin, çû cem wan herdu
sextekaran.
Bi hatina serokwezîr, herdu sextekar rabûn ser xwe, xwe çivçivandin û gotin:
--“Karê me pir bas dimese! Lê belê pêwistiya me hê zêdetir bi tayên zêrîn heye!
Ekselansê min, ka li van rengan binêrin! Ka hîs bikin ev qumas çiqas sivik e, çiqas tenik e!”
Serokwezîrê kal, xwe li ser tevnê xwar kir û hewl da ku bi hûrbînka xwe bastir li
qumas binêre, lê tu qumas mumas tunebû li holê! Xweydan ji eniya wî dilop dilop hatin
xwarê. Ji xwe re got:
--“Hey wax li min! ez tu tist nabînim! Ez niha bi rastî jî ehmeq im!? An jî ez ne
layiqî meqama xwe me!?”.
Lê eger serokwezîr li xwe mikur bihata, eger ji qral re bigota ku tu tist nedîtiye, ewê
di cih de ji serayê bihata avêtin û wî ê nikaribûya careke din piyê xwe biavêta serayê.
--“Çi qumasê muhtesem! Ez ê qral ji vê haydar bikim!” got serokwezîr û çû cem qral.
Plana herdu sextekaran bi kêr hatibû. Ji ber plana xwe herdu sextekar pir kêfxwes bûn û
keniyan.
Rojekê, ji bo ku cilê nû yê qral pîvanê bigirin, van herdu zilaman daxwaz kir ku herin
cem qral. Qral daxwaza wan pejirand got:
--“Werin, werin, kerem bikin!”
Herdu terziyên sextekar hatin, xwe li ber qral tewandin. Wekî ku di hembêza wan de
topek qumas hebe, wisa tevdigeriyan. Û gotin:
--“Ka li berhema keda me binêrin, Majeste. Em bisev û biroj xebitîn, axir me qumasê
herî bedew ê dinyayê çêkir. Ka hele li rengê wî binêrin... Ka hîs bikin... çiqas nerm û sivik
e!”.
Qral ne rengek didît, ne jî tu tist hîs dikir. Feqîro bi carekê sewisî û hindik ma ji dil
ve biçe.
Bas bû ku textê wî nêzî wî bû. Wî bi textê xwe girt, rûnist, lê pist re zûzûka xwe da
hev. Diviyabû tu kesî nizanibûya ku ew wî qumasî nabîne û ew qralekî ehmeq e. Lê feqîro
nizanibû ku kesên derdora wî hemû di eynî halî de ne û hemû jî eynî wekî qral tevdigerin.
Lîstika wan herdu sextekaran ha wisa bi dilê wan dimesiya.

Rupel 3

Du terziyên hîlebaz, pistî ku pîvana qral girtin, îca dest bi fesilandina qumasî kirin...
Meqesên wan di dest de, qumasê nexuyayî çeq û çeq, çeq û çeq fesilandin û cilûbergê
nexuyayî dirûtin.
Pistî ku cil amade bû, herdu zilam ji qral re: “Majeste, niha divê hûn xwe tazî bikin ji
kerema xwe, da ku em cilê we yê nû li we bikin.” Wan herdu sextekaran kincên nû yên
nexuyayî li qral kirin û neynikek jî girtin ji bo ku qral xwe di neynikê de jî bibîne. Bi rastî jî,
qral pir serm dikir ku xwe di neynikê de û li ber ewqas mirovan tazî didît. Lê belê ji ber ku
tu kesî wekî ku tistekî nelirê û ecêb tunebe tevdigeriya, qral jî xwe pir rehet nîsan dida.
“Erê, bi rastî jî, ev cilekî pir delal e û gelek li min hat ha!”, got qralê feqîr.
Îca Serokwezîr got: “Majeste, haya gelê me jî ji vî qumasê muhtesem çêbû û ew jî
dixwazin we bi cilûbergên we yên nû bibînin!”. Qral ket dudiliyê û ji xwe re got: “Ezê çawa
xwe wisa tazî nîsanî gel bidim!” Lê pist re zûzûka wî ew guman ji serê xwe avêt. Ev çi
sosret bû! Wî xwe tazî didît, lê wekî ku tu kesî tistekî ecêb ferq nedikir. Îca qral got:
“Temam. Bas e. Ez daxwaza gel di ser her tistî re digirim!”. Wisa got û rabû ferman da ku
siwareya wî ya taybet bila bê amadekirin, û siware amade bû.
Komek giregir di serê kortejê de cih girt, qral jî li dû wan di siwareya xwe ya taybet
de. Temasevanan hewl dida werin pês ji bo ku qralê welatê xwe û kortejê bastir bibînin: Ji
bo korteja qraliyetê, demeke dirêj çepik hat lêdan. Yeko yeko herkesî dixwest bibe sahidê
ehmeqî û bikêrnehatina cîranê xwe; lê belê, qral her ku zêdetir nêzî wan bû, miremir û
pistepist ji nav qelebalixê bilind bûn. Hemûyan hewl dida ku ji aliyê derdorên xwe ve bên
bihîstin û digotin: “Loo! Ka lê binêre! Çiqas delal e cilê nû yê qralê me!”. “Ka li dawa wî
binêre lawo, çiqas delal e!” “Ka hele li rengan binêre, li rengan! Rengên vî qumasî çiqas
xwesik in! Heta niha tistekî wisa qet nehatiye dîtin!” Her yekî hewl dida fikrê xwe yê rastîn
ji derdorê vesêre û bila kes nizanibe ku ew cilê qral nabîne. Ji ber ku tu kesî ne dixwest xwe
ji kesên din re wek ehmeqekî nîsan bide, ne jî dixwest nîsan bide ku ne layiqî meqama xwe
ye.
Lê belê zarokekî ku ne xwedî meqamekê bû û tirsa wî jî ji tu tistî tunebû, nêzî
siwareyê bû û bi qîrîn got: “Ka lê binêrin, qral tazî ye!”.
Bavê kurik gazî kir û bi dû de beziya û got: “Tistên wisa ehmeqiyê nebêje, ehmeqê
ehmeq!” Û bavê kurik bi milê wî girt û bir. Pêsî ew gotin bi miremir, pist re jî bi dengên
bilind di nav qelebalixê de belav bû:

Rupel 4

--Erê welle rast e: qral tazî ye! Ma hûn nabînin, tistek li ser wî tuneye! Qral silf û tazî
ye!
Qral fam kir ku gel mafdar e, lê belê wî nikaribû wê kêliyê ew rastî qebûl bikira. Ji
bo wî tistê herî bas ew bû ku merasîm bidomiya û wekî ku hemû kesên ku ew tazî didît,
dixelitin. Û qral di nav siwareya xwe de, bi awayekî pir bixwebawer rabû ser piyan, û li pist
wî jî zilamekî wî dawa wî ya nexuyayî bi nazikî digirt û dibisirî.
Çîroka me qediya,
xêr û xwesî li hazir û guhdaran bariya.

16 ÇÎROKÊN KLASÎK ÊN ZAROKAN BI ZIMANÊ KURMANCİ




Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Yorumlama biçimi kutucuğundan Adı/Url 'yi seçerek, isminizi ve dilerseniz mail veya site adresinizi yazıp yorumunuzu gönderin. Yorumunuz Editör onayından geçerse yayınlanacaktır. Küfür, Hakaret, İftira ve SİYASİ içerikli yorumlar ve Adı Soyadı belirtilmeyen yorumlar yayınlanmıyacaktır. Surgucum