3 Mart 2009

PÎNOKYO

PÎNOKYO

PÎNOKYO

Çîrokeke Carlo Collodi
Wêne: Reşad Yûsiv

Rupel 1

Hebû carek ji caran, xêr û xwesî bibarin li hazir û guhdaran...
Dibêjin li welatekî dûr, bi navê Gepeto, hosteyekî pêlîstokan hebû. Rojekê cîranekî
Gepeto gazî wî dike û êzingekî ku dipeyive nîsanî wî dide. Gepeto jî wî êzingî ji cîranê xwe
digire û diçe mala xwe...
Îca ji ber ku zarokên Gepeto tunebûne, ew dixwaze ji xwe re kûklayekî çêke û sebra
xwe pê bîne. Gepeto rûdinê, bi hunereke mezin, ji wî êzingî kurikekî kûkla çêdike û dibêje
ku navê wî bila bibe Pînokyo...
Pistî ku Pînokyo temam dibe, pozê wî bi carekê dirêj dibe. Gepeto pêsî dimîne heyirî,
pistre jî li serê gelek dixebite heta ku dirêjbûna pozê Pînokyo disekinîne. Lê dîsa jî poz ji
pozê kesên din piçek dirêjtir dimîne.
Îca pistî ku poz temam dibe, Pînokyo bi carekê xwe ji destê Gepeto difilitîne, diçe derî
vedike û baz dide derve.
Gepeto sas û metel dimîne, dike hawar û bi dû Pînokyo de baz dide. Dawiyê ew wî
digire û jê re dibêje:
--Heqê te ye ez guhên te bikisînim, sûmiyo!
Pînokyo jî jê re dibêje:
--Bi ser min de neqîre, aciz nebe, bavo!
Dema ku Gepeto gotina “bavo” dibihîze, pir kêfa wî tê, dibisire dibêje:
--De haydê em herin malê, cilên te li te bikin, kurê min!
Pînokyo pistî ku cilên xwe li xwe dike, qîr dike dibêje:
--Bavo, ka li min binêre, ez bûm mîna zarokekî zindî !
Gepeto dibêje:

Rupel 2

--Belkî rojekê, tu ê bi rastî jî bibî zarokekî zindî, kurê min. Lê belê zarokên zindî, divê
bi aqil bin, bi gotinên bavê xwe bikin û herin dibistanê.
--Ez ê ji sibe û sûn de herim dibistanê, bavo. Ez ê bixwînim, bi aqil bim, pistre jî aliyê
te bikim.
--Ev wê pir bas bûya helbet, lê ez ê çawa ji te re pirtûkan bikirim, nizanim.
Gepeto wiha dibêje, lê pistre fikrek tê bîra wî û radihije çakêta xwe, ji malê derdikeve
diçe.
Li derve hewa pir sar e û berf dibare.
Gepeto pistî saetekê bi pirtûkekê vedigere malê, lê çakêta wî tune li ser wî.
Pînokyo dipirse:
--Ka çakêta te bavo?
--Min ew firot kurê min. Ha ji te re, min ev pirtûk ji bo te kirî, dibêje Gepeto.
Îca Pînokyo bavê xwe maçî dike û jê re spas dike.
Dora rojê, Pînokyo bi kêfxwesî radibe diçe dibistanê.
Lê belê dengê muzîka bandoyê ya li nêzî mala wan bala Pînokyo dikisîne û dibistan ji
bîra wî diçe. Li derve konek hatiye danîn û tê de pêsaneke kûklayan heye.
Îca Pînokyo berê xwe dide konê û dixwaze li pêsanê temase bike. Lê belê bilêtfiros wî
disekinîne dibêje:
--Ji bo bikevî hundir, divê tu bilêtekê bistînî, biçûko!
Îca Pînokyo zûzûka diçe pirtûka xwe ya dibistanê difirose û tê bi wî pereyî bilêteke
pêsanê distîne.
Li hundir, kûklayên biçûk û mezin li ser sehneyê tev bi hev re dilîzin. Dema ku
Pînokyo dikeve hundir, yek ji wan kûklayan, ku navê wî Arloken e, gazî Pînokyo dike:
--Roj bas hevalê delal ! Were, tu jî tevlî me bibe, bilîze !
Pînokyo derdikeve ser sehneyê û tevî kûklayan hewl dide bireqise, lê hinek tevlîhevî
çêdibe. Ji ber vê yekê, sefê pêsanê, ku zilamekî qerase ye, bi dengê xwe yê qalind bi ser
Pînokyo de diqîre dibêje:
--Te pêsana me xira kir. Ez ê te bisewitînim!
Arloken digirî dibêje:
--Na, na! Wî nesewitînin!

Rupel 3

Pînokyo jî heta jê tê, diqîre dibêje:
--Bavo, hawar, hawar! Ez naxwazim bimirim.
Sef bi ecêbmayî ji Pînokyo dipirse dibêje:
--Nexwe, bavê te heye ha?
Pînokyo dibêje:
--Erê. Navê wî Gepeto ye, ez pir jê hez dikim.
Sef dibêje:
--Madem malbata te heye, ez ê li te biborim. Lê di sûna te de ez ê Arloken bisewitînim,
çimkî tu kesê wî tuneye.
Pînokyo dîsa bi qîrîn dibêje:
--Na ! Arloken nesewitînin. Temam, ez amade me, min bisewitînin.
Îca ji ber vê cesaret û dilrehmiya Pînokyo, sef biryarê dide ku li wan herduyan jî
bibore. Lê berî ku ew Pînokyo azad bike, jê re dibêje:
--De haydê vegere cem bavê xwe û êdî bibe kurekî biaqil. Ha ev pênc zêr jî, bila ji te re
bin.
Pînokyo jê re spas dike, ji Arloken xatir dixwaze û riya mala xwe digire.
Pistî demekê Pînokyo di riya gund de rastî pisîkekî çavxirab û roviyekî qop tê.
Herdu silavê didin wî û dibêjin:
--Roj bas, Pînokyo.
Pînokyo bi sas û metel ji wan dipirse:
--Hûn navê min ji ku dizanin?
--Bavê te Gepeto, hevalê me ye. Me berî niha ew dît. Feqîro ji sermayê diricifî, lê qet
gazin nedikirin.
--Ew ji rûyê min cemidiye. Wî çakêta xwe ji bo min firotibû. Ez niha lez dikim herim
malê ji bo ku van pênc zêrên xwe bidim wî, da ku ew jî ji xwe re çakêteke din bikire.
Rovî dibêje:
--Te got pênc zêr?
--Erê, pênc zêr !
--Ma tu naxwazî sed zêran bibî malê?

Rupel 4

--Ma ev mumkun e?
Îca pisîk ji Pînokyo re dibêje:
--Em ê te bibin zeviyekî bisihir. Eger tu li wir, pistî nîvê sevê, zêrên xwe biçînî, dareke
zêran wê li wir hêsîn bibe.
Îca Pînokyo bawerî bi wan tîne û ew her sê dikevin rê. Ew dimesin dimesin, heta ku
digihîjin xanekê. Ew li wê xanê xwarina xwe dixwin û bêhna xwe vedidin.
Pistre rovî ji Pînokyo re dibêje:
--Divê em niha herin heta cihekî, lê em ê dîsa vegerin. Tam nîvê sevê divê tu werî
derve û me bibînî.
Dema dibe nîvê sevê, Pînokyo derdikeve derve ji bo wan bibîne, lê belê ne pisîk ne jî
rovî li holê ye.
Xwediyê xanê ji Pînokyo re dibêje ku rovî û pisîk ji xanê bi temamî veqetiyane çûne, ji
ber wê yekê Pînokyo mecbûr e heqê xwarin û mayînê bide.
Pînokyo zêrek derdixe dide xankar, zêrên xwe yên din jî di bin zimanê xwe de vedisêre
û dikeve rê.
Pistî çend deqeyên din, du rêbirên bi maske riya Pînokyo dibirin û yek jê dibêje:
--An jiyana te, an zêrên te !
Lê balkês e, dengê vî rêbirî pir ecêb disibe dengê wî roviyê qop. Pînokyo tevî ku pir
ditirse, lê cihê zêrên xwe ji wan re nabêje.
Dawiyê, herdu rêbir benekî dixin stuyê Pînokyo û wî bi darekê ve dadileqînin. Berî ji
wir dûr bikevin jî, dibêjin:
--Heta ku tu cihê zêran ji me re nebêjî, tu ê wisa daleqandî bimînî. Heke na, tu ê bimirî.
Êdî biryar a te ye. Em niha diçin, lê em ê di nêz de vegerin.
Pistî çûyîna wan, Pînokyo diqîre dibêje:
--Hawar hawar, werin min xelas bikin!
Îca periyeke qenc ku li qesreke nêzî wir rûdine, bi dengê Pînokyo dibihîze û dilê wê
pê disewite. Perî radibe kûçikek û hiloyekî bi hawara wî de disîne. Kûçik û hilo digihîjin
cem Pînokyo, benê di stuyê wî de vedikin û wî dibin qesrê.
Perî ji Pînokyo dipirse ka çi hatiye serê wî. Îca Pînokyo hemû serpêhatiyên xwe ji
periyê re vedibêje, lê li ser cihê zêran derewan dike û dibêje ku zêr winda bûne.

Rupel 5

Perî dibêje:
--Tu bas dizanî ku te ew winda kirine, Pînokyo?
Pînokyo dibêje “erê”! Îca ji niska ve pozê Pînokyo dirêj dibe. Ew li ser cihê zêran
derewên xwe çiqas didomîne, pozê wî hê dirêjtir dibe. Perî bas dizane ku Pînokyo derewan
dike.
--Dema tu derewan dikî pozê te dirêj dibe Pînokyo, tu dibînî ?!, dibêje perî ji Pînokyo
re.
Îca Pînokyoyê feqîr ji ber serma xwe dest bi giriyê dike. Dilê periyê dîsa pê disewite,
radibe du caran destên xwe li hev dixe û bi carekê gelek çivîk ji paceyê dikevin hundir. Dû
re perî ji Pînokyo re dibêje:
--Hêstirên xwe paqij bike, biçûko. Ev çivîk wê bi nikulên xwe pozê te wekî berê biçûk
bikin. Lê divê êdî tu derewan nekî û sozê bidî min ku tu ê bibî kurekî biaqil.
Pînokyo pir li ber xwe dikeve, lêborîna xwe ji periyê dixwaze û dibêje:
--Ez soz didim te ku careke din ez ê derewan nekim. Û ez ê tu caran te ji bîr nekim.
Dû re, perî çend zêran jî dide Pînokyo, ji bo ku ew wan ji Gepeto re bibe.
Pînokyo xwe diavêje stuyê periyê, wê maçî dike û ji bo vegere mala xwe, ji qesrê
derdikeve. Lê pir balkês e ku rovî û pisîk careke din derdikevin pêsiya wî. Pînokyo dibêje:
--Hûn çûn ku derê? Ez wê sevê mecbûr mam heqê xwarina we bidim xwediyê xanê.
Pisîk dibêje:
--Hela hela, çi ecêb e ! Wî ji me re got ku tu nexwes ketiyî û tu ji xanê çûyî.
Pînokyo bêyî ku ji tistekî gumanê bike, jê re dibêje:
--Wî xankarî rast negotiye. Bi sev, ji bo ku we bibînim, ez ê tam derketama derve ku
xankar ji min heqê xwarinê xwest û min jî dayê. Dû re du rêbir hindik ma ji ber wan zêran
min bikujin. Lê bas bû ku min ew xistibûn cihekî biewle û min ew nedan wan.
Îca roviyê qurnaz jê re dibêje:
--De wê çaxê em zû herin wî zeviyê bisihir.
Pînokyo dîsa ji wan bawer dike û bi wan re dikeve rê. Dema ku her sê digihîjin wî
zeviyî, rovî û pisîk ji Pînokyo re vedibêjin ka ew ê zêrên xwe çawa bixe bin erdê û pistre
çawa avê bide wan. Berî ku herin jî rovî dibêje:

Rupel 6

--Pistî çandina wan zêran, di nav saetekê de dar wê çêbe. Lê belê divê tu ne li cem darê
bî, divê tu dûrî vê derê bî. Pistî çêbûna darê, êdî tu dikarî vegerî vir.
Pînokyo ji wan re spas dike û wan çi gotibe her tist pêk tîne, dû re jî ji wir dûr dikeve.
Pistî demekê ew vedigere tê cihê ku diviyabû dar sîn hatibûya, lê feqîro ne darê dibîne, ne jî
zêrên xwe. Îca Pînokyo fam dike ku rovî û pisîk lîstikek kirine û zêrên wî jê dizîne. Li ser
vê yekê, Pînokyoyê belengaz bi herdu çavan rondikan dibarîne û pir xemgîn vedigere cem
bavê xwe Gepeto. Dema ku ew li malê, her tistên di serê wî re derbas bûne ji Gepeto re
vedibêje, Gepeto wî digire hembêza xwe, maçî dike û pir kêfxwes dibe ku Pînokyo bi sax û
selametî vegeriyaye cem wî.
Heta besa duyemîn vê gavê bi xatirê we.

Rupel 7

Pistî ku Pînokyo vedigere malê, dora rojê dest bi dibistanê dike û bi hefteyan dibe
sagirtekî pir jîr û jêhatî li dibistanê. Lê rojekê, hevalekî wî yê dibistanê, yê bi navê Karlo, ji
Pînokyo re dibêje:
--Êvarê, ez ê tevî hevalên xwe herim Welatê Pêlîstokan. Li wê derê em dikarin li gorî
dilê xwe bilîzin, paste û sekiran bixwin, û li wir dibistan jî tune!
Pînokyo dibêje:
--Ez ji te bawer nakim!
Karlo dibêje:
--Wê çaxê nîvê sevê, were li goseya kolanê bisekine û li min temase bike !
Tam nîvê sevê, Pînokyo bi dizîka ji malê derdikeve û diçe dîtina Karlo. Zêde derbas
nabe, faytonek tijî zarok derdikeve tê û zarok bi qîrîn gazî Pînokyo û Karlo dikin:
--Haydê hûn jî bi me re werin Welatê Pêlîstokan.
Karlo li faytonê siwar dibe û destê xwe dirêjî Pînokyo dike, ji bo ku ew jî siwar bibe.
Pînokyo pêsî dudilî dike, lê pistre sozên ku dabûn bavê xwe û periyê, dîsa ji bîra wî diçin û
ew li faytonê siwar dibe.

Rupel 8

Lê çi ecêbî ye ku hest kerên ku botên spî di piyên wan de ne, faytona zarokan
dikisînin. Pînokyo meraq dike, serê xwe ji paceyê derdixe ji bo ku li wan bastir binêre, û
dibîne ku yek ji wan keran bi herdu çavan rondikan dibarîne.
Pînokyo ji ajokarê faytonê dipirse:
--Ev ker çima digirî?
Ajokar dibêje:
--Ew heywanekî ehmeq e, kurê min, tu lê nenêre. Ji ber ku tu li vir kêfê dikî û ew jî
dixebite, îca ew ji ber hesûdiya xwe digirî.
Dema ku fayton digihîje Welatê Pêlîstokan, Pînokyo û Karlo dinêrin ku hey lo lo, ew
der cihekî wisa delal e ku mirov nikare di xeyala xwe de jî tistekî wisa bibîne.
Li wê derê cure cure lîstik û pêlîstok hene: Hespik û çember, top û balon, hêlekan û
geredolab, û gelek tistên din... Bi sedan zarok li wê derê virde wirde baz didin û dilê wan
çawa bixwaze dilîzin.
Karlo ji Pînokyo re dibêje:
--Divê em li vê dere peyva dibistanê qet neynin ziman, heke na, ew ê me ji vir
biqewirînin ha!
Pînokyo bi kêf dibêje:
--Temam bas e! De haydê em ji xwe re bilîzin !
Pînokyo û Karlo, bi qasî du hefteyan li gorî dilê xwe dilîzin, û hetta Karlo êdî serê xwe
jî qet naso û gemarî dibe.
Lê belê rojekê Pînokyo ji xew siyar dibe û ferq dike ku rûyê wî tev bi pirç bûye. Ew
diçe li ber neynikê disekine, îca çi bibîne bas e! Dibîne ku du guhên keran di serê wî de
derketine. Ew bi lezûbez baz dide cem Karlo, dibîne ku Karlo jî di eynî halî de ye.
Demekê herdu zîq li rûyê hev dinêrin, pistre jî bi halê xwe dikenin û dikenin.
Karlo bi carekê disekine û qîr dike dibêje:
--Halê me pir komîk e Pînokyo, lê, lê, ez nikarim pista xwe rast bikim ! Hawar!
Lê belê halê Pînokyo ji yê wî ne bastir e. Îca herdu heval di demeke pir kurt de, bi
temamî vediguherin û dibin ker.
Pînokyo û Karlo ji ber xemgîniyê dest bi giriyê dikin, lê belê girîna wan jî mîna zirîna
keran e.

Rupel 9

Îca ajovanê faytona zarokan pir bi kêf tê cem wan û ew Karlo difirose cotkarekî,
Pînokyo jî dide hevalekî xwe yê rêvebirê sîrkê.
Pînokyo ji aliyê antrenorê sîrkê ve heta ku hal pê re namîne, her roj tê perwerdekirin, ji
bo ku Pînokyoyê ker karibe xwe di çembera agir re derbas bike. Lê dema ku Pînokyo pir
diweste û nikare rabe ser xwe, antrenor dikeve ser wî, têra xwe li wî dide.
Rojekê, dema Pînokyo dîsa xwe di çember re derbas dike, dikeve erdê û piyekî wî
disike. Îca ji ber ku ew êdî nikare di çember re derbas bibe, rêvebirê sîrkê wî difirose
mirovekî din.
Xwediyê nû yê Pînokyo benekî bi stûyê wî girê dide û wî dibe keviya deryayê.
Pînokyoyê feqîr heta ber deryayê digirî, lê mêrik wî bernade, û dema ku digihîjin keviyê jî,
ew wî daf dide nava avê ji bo ku Pînokyoyê ker bixeniqe û ji çermê wî daholekê çêke.
Pînokyo di nav avê de bi hemû hêza xwe hewl dide xwe, soberî dike, û tevî ku dizane
jî ne layiqî alîkariya periya delal e, lê careke din gazî periyê dike.
Dema ku perî hawara wî dibihîze, zûzûka sihirekê çêdike û Pînokyo di cih de dîsa dibe
kûklayekî ji text.
Îca dema mêrik ben dikisîne, dibîne ku li sûna ker, kûklayek bi benê wî ve girêdayî ye.
Îca ew pir aciz dibe û ji Pînokyo re dibêje:
--Min ji bo çermê te bîst zêr xerc kirin. Lê madem tu bûyî text, ez ê te wek êzingekî
bifirosim!
Pînokyo fam dike ku nikare xwe zûbizû ji destê wî xilas bike, îca ew xwe dîsa diavêje
deryayê û heta ku karibe, soberî dike û pir dûr dikeve. Pistî demekê, pêlên deryayê wisa
bilind dibin ku Pînokyo nabîne ku balînayeke pir mezin ber bi wî ve tê.
Pînokyo bi carekê ferq dike ku ew ber bi devê wê masiya mezin ve diçe û dikeve devê
wê. Ha wê çaxê masiya qerase, yanî balîna, devê xwe digire û Pînokyo dikeve zikê wê.
Zikê balînayê jî wisa mezin e ku Pînokyo dibêje qey ew di nav sikefteke mezin de ye.
Îca di zikê balînayê de text û hesin û ben jî hene. Hûn nabêjin ew hemû bermahiyên
kestiyekê ne ku balînayê hê nû ew daqurtandiye.
Bi carekê Pînokyo ferq dike ku li aliyê dûvê balînayê ronahiyeke biçûk dibiriqe. Ew
xwe nêzî wir dike û dibîne ku bavê wî Gepeto li maseyekê rûnistiye, tistekî dinivîse.
Kêfa Pînokyo gelek tê û bi qîrîn dibêje:

Rupel 10

--Bavo ! Tu li vê derê çi dikî?
Gepeto ji çavên xwe bawer nake û bi qîrîn dibêje:
--Kurê min ! Bi rastî jî tu yî ?
Pînokyo bi girîn xwe diavêje hembêza Gepeto û dibêje:
--Ez ê hew ji te veqetim bavo!... Lê belê çi bû, çi qewimî ku tu hatiyî vê derê ?
Îca Gepeto meseleya xwe vedibêje:
--Pistî ku tu ji malê çûyî, ez li her derê, li te geriyam. Kestiya ku ez lê siwar bûbûm, ji
ber bagerekê qelibî û min xwe di zikê vê balînayê de dît. Sensê min hebû ku wê ji kestiyê jî
hin tist daqurtandibûn, bi saya wan min karî zikê xwe têr bikim û binivîsim.
Pînokyo dibêje:
--Divê em ji vir derkevin, bavo ! Haydê em herin heta ber devê masiyê, pistî ku wê
devê xwe vekir, em ê xwe biavêjin derve.
Lê belê Gepeto dibêje:
-- Tu here xwe xilas bike, kurê min, min li vir bihêle! Ez nizanim soberî bikim !
Pînokyo qebûl nake û dibêje:
--Ez ê te bigirim pista xwe bavo! Meraq neke, haydê were!
Îca ew herdu diçin ber devê balînayê û li ber diranên wê disekinin. Dema balîna devê
xwe vedike, Pînokyo bavê xwe digire pista xwe û xwe wisa diavêje derve, nava avê.
Tevî ku Pînokyo pir diweste, lê heta keviya deryayê ew bavê xwe ji pista xwe danaxe.
Gepeto jî wisa westiyaye, cemidiye û birçî bûye ku feqîro nikare rabe ser xwe.
Pînokyo wî bi zorê dibe malê û wî dixe nav cihan. Lê mixabin li malê tu tist tuneye ku
ew bixwin.
Pînokyo radibe diçe cem cotkarekî û jê karekî dixwaze. Cotkar wî digire kar, lê belê
ew ê di sûna kerê xwe de wî bixebitîne. Çimkî piyekî kerê cotkar sikestiye û ew dikule, êdî
nikare bixebite.
Pînokyo ji serê sibê heta nîvro, çerxa as digerîne da ku geniman bihêrîne. Her roj pistî
kar, cotkar sîrê teze dide wî û ew jî qedehek sîr germ dike, dide bavê xwe Gepeto.
Pistî nîvro jî, Pînokyo li cem Gepeto rûdine, selikan çêdike, pistre jî wan li bazaran
difirose. Bi wî pereyî jî diçe ji bo bavê xwe xwarinê distîne.
Pînokyo her carê ji Gepeto dipirse:

Rupel 11

--Tu xwe bastir hîs dikî bavo?
Gepeto bi dilxwesî bersivê didê:
--Erê kurê min, spas dikim. Ez xwe pir bas hîs dikim.
Rojekê, bazê qesra periyê tê, bi xemgînî ji Pînokyo re dibêje ku perî gelek nexwes
ketiye û pereyê wê tuneye ku ji xwe re dermanan bikire.
Pînokyo ji baz re dibêje:
--Meraq neke, bazê delal ! Ez ê aliyê wê bikim. Min hinek pere ji bo rojên teng
danîbûn aliyekî. Ha ji te re van pereyan jê re bibe û heta ku ew tam rehet bibe, rabe ser xwe,
ez ê her roj ji bo wê pereyan bidim te.
Baz wan pereyan digire û difire diçe cem periyê...
Pînokyo êdî ji berê zûtir ji xew radibe diçe cem cotkar, karê xwe dike, heta nîvê sevê jî
selikan çêdike. Tevî ku ew gelek diweste, lê dîsa jî ew pir kêfxwes e, ji ber ku bi vî rengî
dikare alîkariyê bide wan kesên ku berê aliyê wî kiribûn. Pînokyo ha wisa her roj ji periyê re
pere disîne û hay ji bavê xwe dimîne.
Sevekê, dema ku Pînokyo raketiye, di xewna xwe de periya qenc dibîne. Perî bi hêdîka
ji Pînokyo re dibêje:
--Kurê min ê delal, ez niha gelek bas im. Ez hatim qenciya te bi xelat bikim.
Pistî wan gotinan perî winda dibe.
Dema ku Pînokyo ji xew radibe, di xwe de ecêbiyek ferq dike. Ew diçe di neynikê de li
xwe dinêre û dibîne ku ew bûye zarokekî zindî, zarokekî rastîn. Û pozê wî jî piçûçik û delal
bûye.
Îca Pînokyo bi dilxwesî dibeze cem bavê xwe, dibêje:
--Bavo, ka li min binêre ! Ez bûme kurekî rastîn.
Tistê ecêb ew e ku Gepeto jî wê sevê guheriye. Ew bîst sal ciwantir bûye û bûye
mêrekî xurt. Îca Gepeto Pînokyo digire hembêza xwe û dibêje:
--Kurê min ê delal ! Tu dibînî hewldanên te hatine bixelatkirin.
Pînokyoyê rastîn dibêje:
--Lê ka ew Pînokyoyê ji text çû ku derê bavo?
Îca Pînokyo û Gepeto dinêrin ku Pînokyoyê ji text li goseyekê, li ser kursiyekê
rûnistiye.

Rupel 12

Pînokyoyê rastîn ji xwe re dibêje:
--Ez çiqas bêaqil bûm berê ! Lê ez niha pir kêfxwes im, ji ber ku ez kurê mirovekî
ewqas qenc im.
Û Gepeto û Pînokyo jiyaneke dirêj û xwes bi hev re derbas dikin.
Çîroka me qediya, xêr û xwesî li hazir û guhdaran bariya.

16 ÇÎROKÊN KLASÎK ÊN ZAROKAN BI ZIMANÊ KURMANCİ

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Yorumlama biçimi kutucuğundan Adı/Url 'yi seçerek, isminizi ve dilerseniz mail veya site adresinizi yazıp yorumunuzu gönderin. Yorumunuz Editör onayından geçerse yayınlanacaktır. Küfür, Hakaret, İftira ve SİYASİ içerikli yorumlar ve Adı Soyadı belirtilmeyen yorumlar yayınlanmıyacaktır. www.surgucum.com