3 Mart 2009

PRENSES Û POLIK

PRENSES Û POLIK

PRENSES Û POLIK

Çîrokeke Hans Christian Andersen
Wêne: Susanne Bjerrum

Rupel 1

Hebû carek ji caran, xêr û xwesî bibarin li hazir û guhdaran.
Hebû tunebû, dibêjin li welatekî pir dûr prensek hebû. Vî prensî dixwest bi
prensesekê re bizewice, lê belê bi prenseseke rastîn re. Ew, ji bo ku prenseseke rastîn
bibîne, li her derê dinyayê geriya, lê mixabin wî nekarî li gorî dilê xwe yekê bibîne.
Erê, gelek prenses hebûn, lê gelo ew bi rastî jî prensesên rastîn bûn?! Peydekirina
prenseseke rastîn, ji bo prens gelek zehmet bû, çimkî wî di her prensesekê de
kêmasiyek didît. Prens li gorî dilê xwe yek nedît û dawiyê ew bi awayekî pir xemgîn
vegeriya mala xwe.
Rojekê, hewa pir xerab bû, li derve tofan radibû. Ji ber sîrqîniya birûskan û
barana mîna lehî, mirov newêribû serê xwe derxista derve. Êvarê, yek hat li deriyê
bajêr da û qralê kal çû bi xwe derî vekir.
Kesê li derî dida prensesek bû. Lê tu bidî xatirê xwedê, ev di bin wê baranê de,
di wê hewaya ecêb de li çi digeriya! Ev çi halê wê bû! Feqîrê ji ber baranê ji serî heta
pî sil bûbû, sol û cilên wê tev herimîbûn... Û wê ji qral û qralîçeyê re got ku ew
prenseseke rastîn e!
Qralîçeya ixtiyar wê kêliyê ji keçikê re tistek negot, lê di dilê xwe de got “em ê
bibînin ka tu bi rastî jî prenseseke rastîn î an na!”. Îca qralîçe çû odeya razanê, nivîna
ku keçik wê li ser razaya, rakir û polikek xist binê nivînê. Pistre jî bîst dosek li ser
hev danîn ser wê û bîst betanî jî li ser hev raxistin ser wan. Diviyabû prenses wê sevê
ha li ser wê nivîna qatqat razaya.
Serê sibê, ji prenses hat pirsîn gelo ew bas razaye an na. Prenses got:

Rupel 2

--Ay, aay! Heta serê sibê, hema bêjin çavên min qet neçûn ser hev, ez hîç
ranezam. Wekî ku tistek hebû di bin nivîna min de. Îca ew tist wisa hisk wisa hisk bû
ku ji ber wê canê min hemû res û sîn bûye! Ooy, her derê min diêse!
Li ser van gotinên prensesê, qral, qralîçe û prens, her sêyan jî bawer kir ku ew
keçik prenseseke rastîn e, çimkî wê ji ser bîst dosek û betaniyan hîs kiribû ku di binê
nivîna wê de polikek heye. Û ancax canê prenseseke rastîn dikaribû ewqas nazik
bûya.
Îca prens bi wê prensesa rastîn re bi kêfxwesî zewicî û ew polik jî di odeya
xezîneyên hunerî de hat pêsandan. Ku kesî ew polik nebiribe, ew hê jî li wê odeyê ye.
Çîroka me qediya
Xêr û xwesî li hazir û guhdaran bariya.

16 ÇÎROKÊN KLASÎK ÊN ZAROKAN BI ZIMANÊ KURMANCİ

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Yorumlama biçimi kutucuğundan Adı/Url 'yi seçerek, isminizi ve dilerseniz mail veya site adresinizi yazıp yorumunuzu gönderin. Yorumunuz Editör onayından geçerse yayınlanacaktır. Küfür, Hakaret, İftira ve SİYASİ içerikli yorumlar ve Adı Soyadı belirtilmeyen yorumlar yayınlanmıyacaktır. Surgucum