3 Mart 2009

WERDEKA BIÇÛKÎ NEXWEŞIK

WERDEKA BIÇÛKÎ NEXWEŞIK

WERDEKA BIÇÛKÎ NEXWEŞIK

Çîrokeke Hans Christian Andersen
Wêne: Reşad Yûsiv

Rupel 1

Hebû carek ji caran, xêr û xwesî bibarin li hazir û guhdaran...
Dibêjin rojekê, li gundekî pir dûr, mak werdekek bi kurk dikeve û çîçikên wê yeko yeko ji
hêkan derdikevin. Ew ji hev delaltir û sîrîntir in. Lê mak werdekê bi carekê sas û metel dimîne û pir
xemgîn dibe. Çimkî ji hêka dawîn çîçikeke pir cihêreng derdikeve. Ew çîçik ji çîçikên wê yên din
mezintir e û rengê wê jî ne zer, lê gewr e.
Mak werdekê difikire û ji xwe re dibêje ku ew ê nikaribe vê çîçika nexwesik xweyî bike.
Lê gelo ev çîçik werdeka cihêreng ji ku hatiye wir? Ew nasibe tu sewalên nav koxikê!... Û
dema ku ew li dû mak werdekê digere, çîçikên mirîskan û yên elokon tev jê aciz dibin û wê ji xwe
dûr dixin.
Çîçikên din ên mak werdekê jî bi nikulên xwe wê pir diêsînin. Di nav xwe de jî dibêjin:
--Eva nexwesik çima tê nav me? Kes wê naxwaze ! Bila ji vê derê here ! Ew bi rastî jî
çiqas nexwesik e.
Pistî demekê, sewalên din çîçik werdeka feqîr ji koxikê diavêjin û ew jî diçe dikeve nav
bexçeyekî ku çivîkên biçûçik tê de bask li hev didin û virde wirde difirin. Çîçik werdek ji wan re
dibêje:
--Ez li vir li malbata xwe digerim! We malbata min nedîtiye?
Çivîkên biçûk lê dinêrin û jê re dibêjin:
--Ne mumkun e tu ji malbata me bî. Tu pir mezin î. Tu dixwazî here malbata xwe li wî
aliyê din ê golê bigere.
Çîçik werdeka belengaz bi ya çivîkan dike û berê xwe dide aliyê din ê golê. Îca ew li wê
derê rastî werdekeke kûvî tê û jê dipirse:
--Te malbata min nedîtiye?
Werdeka kûvî bersiva wê dide û dibêje:
--Tu pir dereng hatiyî, biçûkê. Kes li vir nemaye, herkesî koç kiriye.
Hê ev gotin di devê wê de ne ku bi carekê dengê fisekan tê û ew ji çîçik werdekê re dibêje:
--Biçûkê, zû here xwe vesêre. Nêçîrvan wê werin vir. Ew dijminên me yên herî xetere ne.

Rupel 2

Gava ku çîçik werdek xwe di nav hêsînahiyan de vedisêre, werdekên kûvî jî bask li hev
didin û ber bi welatên germ ve difirin.
Dû re kûçikek tê ber çem, dora xwe bêhn dike û bêyî ku tistekî bi dest bixe vedigere, ji wir
diçe.
Îca çîçika me ya feqîr, ji ber tistên ku dibîne û dibihîze, hê zêdetir sas û metel dimîne, û ji
wê derê ku ji bo wê pir xetere ye, bi reverev bazdide diçe. Lê ew ê bi ku de biçe? Gelo ew dîsa here
nav koxika xwe? Na! Ev ne mumkun e, çimkî tu kes wê li wê derê naxwaze.
Çîçik werdek serê xwe dixe ber xwe, hêdî hêdî dimese heta ku digihîje ber holikeke biçûk.
Îca ew dikeve hundir û dibîne ku mirîskek bi kurk ketiye, pîrejinek li ber agir rûnistiye xwe
germ dike, pisîkek jî li ser nivînan xwe dirêj kiriye.
Çîçik werdeka me, ku ji xwe re piçek germahiyê digere, bi awayekî pir xirab tê
pêswazîkirin.
Mirîska spî pir bi hêrs diqudqude, pisîkê boz xwe gij dike û bi dengekî xofdar dinewîne.
Herduyan xwe çeng dikin ku wê bigirin, çîçik werdek heta ku jê tê bazdide û ji wir bi dûr dikeve.
Dawiyê zivistan tê, lepelepe berf dibare û her der qesa digire. Mixabin çîçik werdek ji xwe
re cihekî bi ewle nikare bibîne û ew mecbûr dimîne ku dîsa here golê û li wir bimîne. Lê ji xeynî wê
tu sewal li wê derê nemaye. Masî di bin qesayê de razane û hemû werdek ber bi welatên germ ve
firiyane. Çîçik werdeka me jî li wê derê bi tena serê xwe bi zivistaneke dijwar re rû bi rû dimîne.
Lê rojek ji rojan, pistî seveke sar û seqem, çîçik werdeka belengaz dîsa ji xwe re li cihekî
digere. Dawiyê jî ew ji xwe re maleke germ peyde dike. Ew tevî ku bêhemdê xwe gelek tist dirijîne
û disikîne jî, xwediyên malê wê naqewirînin û dihêlin ku çîçik werdeka me wê zivistanê li cem
wan derbas bike.
Roj li dû hev derbas dibin û dawiyê bihar tê. Çîçik werdeka me ya ku êdî têra xwe mezin
bûye, rojekê bêriya golê dike. Îca ew pir bi xemgînî xatir ji wê malbata dilpak dixwaze û berê xwe
dide golê.
Gava ku çîçik werdek digihîje golê, dibîne ku sê qûyên delal di nav avê de ne. Ew jê
dipirsin dibêjin:
--Tu ji ku derê têyî? Tu li ku derê bûyî ? Tu çima bi me re nehatî?

Rupel 3

Îca çîçik werdeka me dibîne ku ew bi awayekî pir ecêb disibe wan qûyan, û tê famkirin ku
werdeka biçûk î nexwesik ku herkes jê aciz dibû, ku kêfa tu kesî jê re nedihat, ew ne werdek bûye,
lê belê ew qûyeke delal û ciwan bûye.
Çîçik werdeka nexwesik dawiya dawî digihîje malbata xwe. Ew êdî bûye qûyeke simspî.
Ew ji xwe pir bawer e û pir bi ezamet û kubarî di nav golê de avjeniyê dike. Ew ê êdî ne ji sermayê,
ne ji xirabiya mirovan, ne jî ji birçîmayînê bitirse. Û dema rojên sar jî werin, ew ê tevî malbata xwe
bifire here ber bi welatên germ.
Çîroka me qediya, xêr û xwesî li hazir û guhdaran bariya...

16 ÇÎROKÊN KLASÎK ÊN ZAROKAN BI ZIMANÊ KURMANCİ

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Yorumlama biçimi kutucuğundan Adı/Url 'yi seçerek, isminizi ve dilerseniz mail veya site adresinizi yazıp yorumunuzu gönderin. Yorumunuz Editör onayından geçerse yayınlanacaktır. Küfür, Hakaret, İftira ve SİYASİ içerikli yorumlar ve Adı Soyadı belirtilmeyen yorumlar yayınlanmıyacaktır. Surgucum