3 Mart 2009

SÊ BERAZÊN BIÇÛK

SÊ BERAZÊN BIÇÛK

SÊ BERAZÊN BIÇÛK

Çîrokeke James Orchard Halliwell-Philips
Wêne: Rahman Hussein-Izeddin Jalal

Rupel 1

Hebû carek ji caran, xêr û xwesî bibarin li hazir û guhdaran...
Hebû tunebû, dibêjin li nav daristanekê sê berazên biçûk hebûn. Ev sê beraz,
birayên hev bûn. Birayê biçûk, birayê navîn û birayê mezin, her sê bira beraz, li cem
dayika xwe bi kêfxwesî dijiyan.
Rojekê dayik-beraz gazî her sê kurê xwe kir û ji wan re got:
--Delalên min, êdî qeweta min tune ez we xwedî bikim. Divê hûn ji vir herin
û bila her yek ji xwe re mala xwe çêke. Lê divê hûn mala xwe pir saxlem çêkin, ji bo
ku gurê mezin û dilres nikaribe bikeve mala we û we bixwe.
Pistre dayik-beraz her sê berazên biçûk hembêz kirin û bi hêstirên çavan ew ji
malê sandin.
Sê beraz ji malê derketin û çûn.
Berazê biçûk, yê ku birayê herî biçûk bû, di rê de rastî mirovekî hat. Wî
mirovî bi ereboka xwe pûs û pelas dibir cihekî. Berazê biçûk jê pirsî got:
--Ji kerema xwe hûn dikarin piçek pûs bidin min ji bo mala xwe çêkim?
Û wî mirovî hinek pûs da wî.
Yekemîn berazê biçûk rahist wan pûs û pelasan û çû bi wan mala xwe çêkir.
Duyemîn berazê biçûk jî çû, rastî mirovekî din hat. Wî mirovî jî bi ereboka
xwe darik dibirin cihekî. Berazê biçûk jê re got:
--Ji kerema xwe hûn dikarin piçek darik bidin min ji bo mala xwe çêkim?
Û wî mirovî jî hinek darik da wî.
Ew beraz, yanî birayê navîn, rahist wan darikan, çû mala xwe çêkir.

Rupel 2

Sêyemîn berazê biçûk jî, ku birayê herî mezin bû, çû rastî mirovekî din hat. Bi
wî mirovî re jî pîrket hebûn. Berazê biçûk jê re got:
--Ji kerema xwe hûn dikarin hinek pîrket bidin min ji bo mala xwe çêkim?
Û wî mirovî jî hinek pîrket da wî.
Û ew beraz, yanî birayê mezin, bi wan pîrketan çû ji xwe re maleke saxlem û
mezin çêkir.
Lê wê êvarê dema ku sê berazên biçûk bi kêf vedigeriyan mala xwe, gurê
mezin û dilres ew dîtin. Gurê dilres di dilê xwe de got: “Himm! Gostê wan niha çiqas
teze ye! Gelo ez pêsî kîjanî bixwim ? Herî bas ew e, ez herim wî berazê biçûk ê ku
mala xwe ji pûs û pelasan çêkiriye, bixwim.”
Û gurê dilres çû li deriyê yekemîn berazê biçûk da û got:
--Berazê delal, ka derî veke ez bikevim hundir! Ku tu venekî, ezê pif bikim û
mala te hilwesînim.
Berazê biçûk got:
--Na, ez venakim.
Gurê mezin heta ku jê hat pif kir, mala ji pûs hilwesiya.
--Hewar, hewar! got yekemîn berazê biçûk û bazda çû mala birayê xwe yê
navîn.
Gurê dilres jî çû li deriyê duyemîn berazê biçûk da, ku wî berazî jî mala xwe
ji darikan çêkiribû. Gur got:
--Berazên delal, ka derî vekin ez bikevim hundir! Ku hûn venekin, ezê wisa
pif bikim ku mala we wê bi temamî hilwese.
Duyemîn berazê biçûk got:
--Na, ez venakim.
Îca gurê mezin û dilres heta ku jê hat pif kir, mala ji darikan çêbûyî bi carekê
hilwesiya û herdu bira beraz beziyan çûn mala birayê xwe yê ku wî mala xwe ji
pîrketan çêkiribû.
Rupel 3

Sêyemîn berazê biçûk ji birayên xwe re got:
--Qet netirsin, gur nikare tistekî li vê malê bike.
Dîsa dengê gur hat got:
--Berazên delal, ka derî vekin ez bikevim hundir! Ku hûn venekin, ezê pif
bikim û mala we ji binî ve hilwesînim.
Sêyemîn berazê biçûk got:
--Na, ez venakim. Tu çi dikî bike.
Îca gurê mezin ji carên din zêdetir hêz da xwe û wekî dînan pif kir, lê vê carê
wî nekarî malê xera bike.
Gurê dilres pir aciz bû û biryar da ku here xwe ji kulekê berde nava malê. Lê
di vê navberê de sêyemîn berazê biçûk, ku pir bi aqil û qurnaz bû, çû di tifikê de
agirekî xurt dada û qazanek av danî ser agir. Dema gur xwe ji kulekê berda xwarê
rasterast çû ket nav ava keliyayî. Îca gurê dilres wisa qiriya wisa qiriya ku ji derveyî
gund jî dengê wî dihat bihîstin. Wî xwe çawa ji kulekê berdabû jêr, eynî bi wî awayî
ji kulekê hilkisiya jor û reverev ji wê derê dûr ket. Û gurê mezin careke din newêrî
were nêzî mala wî berazî.
Çîroka me qediya,
xêr û xwesî li hazir û guhdaran bariya.

16 ÇÎROKÊN KLASÎK ÊN ZAROKAN BI ZIMANÊ KURMANCİ

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Yorumlama biçimi kutucuğundan Adı/Url 'yi seçerek, isminizi ve dilerseniz mail veya site adresinizi yazıp yorumunuzu gönderin. Yorumunuz Editör onayından geçerse yayınlanacaktır. Küfür, Hakaret, İftira ve SİYASİ içerikli yorumlar ve Adı Soyadı belirtilmeyen yorumlar yayınlanmıyacaktır. Surgucum