3 Mart 2009

GUR Û HEFT KARIK

GUR Û HEFT KARIK

GUR Û HEFT KARIK

Çîrokeke Jacob & Wilhelm Grimm
Wêne: Rahman Hussein-Izeddin Jalal

Rupel 1

Hebû carek ji caran, xêr û xwesî bibarin li hazir û guhdaran...
Hebû tunebû, carekê bizineke pîr û heft karikên wê hebûn. Çawa her dayik ji
zarokên xwe hez dike, wê jî wisa hez ji karikên xwe dikir. Rojekê, bizinê xwest biçe
zozanan ji bo biçêre, guhanên xwe tijî sîr bike û bîne zikê karikên xwe têr bike. Wê berî
ku derkeve, tembî li karikên xwe kir û got:
--Karikên min ên delal, niha ez ê herim zozanan, lê divê hûn derî ji tu kesî re
venekin, û bi taybetî hay ji gur hebin ha! Eger gur bikeve hundir, ew ê we hemûyan bi
carekê de daqurtîne. Ew pir fêlbaz e haa!, lê bila di bîra we de be ku dengekî wî yê stûr,
lingên wî yên res hene, hûn ê bi wî rengî karibin wî nas bikin. Jixwe dema ez vegerim,
ez ê vê stranê ji we re bibêjim:
Senga min Penga min
Dayîk çûye zozanan
Xwariye pelên kizwanan
Sîr ketiye guhanan
Zû bikin, derî vekin
Dayik ha(a)tiye danan
Karikan got:
--Bila dilê te rehet be dayê, em ê hay ji xwe bimînin, û ji xeynî te jî, derî li tu kesî
venakin.
Hema di wê kêliyê de çima gurê fêlbaz jî di ber derî re derbas nedibû! Gotinên
dawî yên bizinê, yên ku wê ji karikên xwe re gotin, çûn guhên gur jî.

Rupel 2

Pistî ku bizina pîr bi dilekî rehet derket çû û karikan jî derî girt, gur hat li derî xist û
bi dengê xwe yê stûr got:
Senga min Penga min
Dayîk çûye zozanan
Xwariye pelên kizwanan
Sîr ketiye guhanan
Zû bikin, derî vekin
Dayik ha(a)tiye danan
Lê belê karikan ji dengê wî yê stûr gur nas kirin û bi qîrîn gotin:
--Em derî ji te re venakin! Tu ne dayika me yî! Dengê dayika me zirav û sîrîn, lê
dengê te qalind e. Em dizanin ku tu gur î!
Gur zûzûka çû bazarê û ji wir hinek kils kirî. Wî ew kils xwar û dengê wî pir zirav
bû. Pistre jî ew vegeriya malê, li derî da û vê carê bi dengê xwe yê zirav ew stran got:
Senga min Penga min
Dayîk çûye zozanan
Xwariye pelên kizwanan
Sîr ketiye guhanan
Zû bikin, derî vekin
Dayik ha(a)tiye danan
Lê belê karikan pêsî got qey diya wan hatiye, lê pistre fikirîn ku mumkun e dîsa gur
be yê li ber derî. Îca wan ji gur re got:
--Ka lingên xwe di bin derî re nîsanî me bide.

Rupel 3

Gur di bin derî re lingên xwe nîsanî wan da.
Karikan got:
--Ev ne lingên dayika me ne! Lingên dayika me spî, lê yên te res in. Na, na! Tu ne
dayîka me yî, tu gur î, em derî li te venakin.
Gur pir aciz bû, lê lazim bû ji bo xapandina wan riyekê bibîne. Îca ew rabû zûzûka
çû cem nançêkerêkî û jê re got:
--Nançêkerê delal, piyên min birîn bûne! Ji kerema xwe hûn dikarin hinek hevîr
deynin ser piyên min!?
Nançêker hinek hevîr çêkir û danî ser piyên gur, û gur vê carê çû cem asvanekî û
got:
--Ji kerema xwe ka hinek arvan li piyên min bike.
Asvan fikirî û di dilê xwe de got “Herhal gur dixwaze dîsa yekî bixapîne”. Û ji ber
wê asvan xwe li kherîtiyê danî û daxwaza gur neanî cih. Lê belê gur got:
--Ku tistê ji te re dibêjim tu pêk neynî, ez ê te bixwim haa!
Asvan tirsiya, û rabû hinek arvan li ser piyên gur resand û piyên wî bûn spî. Ya erê,
mirov wisa ne!
Cara sisêyan gurê fêlbaz dîsa çû ber deriyê mala bizin û karikan, li derî da û bi
dengekî zirav got:
Senga min Penga min
Dayîk çûye zozanan
Xwariye pelên kizwanan
Sîr ketiye guhanan
Zû bikin, derî vekin
Dayik ha(a)tiye danan
Karik qîriyan gotin:

Rupel 4

--Ka lingên xwe di bin derî re nîsanî me bide, ji bo ku em bizanibin ka tu bi rastî jî
dayîka me yî an na!
Gur lingên xwe yên arvankirî di bin derî re nîsanî wan da û gava karikan jî dît ku
ling spî ne, kêfa wan hat û gotin:
--Ev dayîka me ye, dayîka me. Hem deng zirav e, hem jî ling spî ne.
Karikan bi lez û bez derî vekir, lê derî çawa vebû venebû, gur ket hundir û xwe
çeng kir ser wan. Karik pir tirsiyan û xwestin xwe vesêrin. Yek ji wan xwe xist binê
maseyê, yekî xwe xist binê nivînan, yekî xwe xist nava sobeya vala, yê çaremîn li
mitbaxê, yê pêncemîn li nav dolabê, yê sesemîn li binê destsokê û yê heftemîn jî di nav
saeta dîwêr de xwe vesart. Lê belê gur ew yeko yeko dît û bi carekê avêt devê xwe. Lê
gur tenê nekarî ew karikê ku xwe di nav saeta dîwêr de vesartibû, bibîne.
Jixwe ji ber ku zikê gur jî têr bûbû, wî devê xwe alast û çû xwe li derve, li bin
darekê, li ser hêsînahiyan dirêj kir û raket.
Pistî demeke kurt, dayîka karikan, yanî bizin, ji zozanan vegeriya... Ax, çi
dîmeneke xembar îca li hêviya wê bû! Deriyê mezin ser pistkî vekirî bû, mase, kursî,
destsok û nivîn sikiyabûn û tev li erdê belawela bûbûn. Bizin bi saw û tirseke mezin li
karikên xwe geriya, lê bêfeyde bû. Wê bi dorê bi navê wan ew gazî kirin, lê tu bersiv
derneket. Tenê dema bizinê navê karikê xwe yê herî biçûk got, dengekî zirav hat
bihîstin:
--Ez li vê derê me dayê, di nav saetê de me!
Bizinê çû karika xwe ji nav saetê derxist û girt hembêza xwe. Karika biçûk jî ji
dayika xwe re got ku gur hatiye û karikên din hemû xwarine... Îca hûn bifikirin ka bizina
pîr li ser karikên xwe çiqas hêstir barandine.
Bizina pîr bi xemgînî ji malê derket, karika biçûk jî da dû diya xwe. Gur, li bin
darekê, li ser hêsînahiyan xwe dirêj kiribû, û ketibû xeweke wisa giran ku xurexur û
pifepifa wî bû. Bizinê çû ji nêz ve li zikê gur nihêrt û ferq kir ku tistek di zikê wî yê
mezin de dilebite, dileqe.

Rupel 5

--Xwedêyo, karikên min ên biçûk ku gur ew xwaribûn gelo hê jî zindî ne?, got
bizinê.
Îca bizinê bilezûbez çû malê, meqes û ta û derzî anî, zikê gurê pîs bi meqesê qelast
û yeko yeko hemû karikên xwe jê derxistin. Rewsa hemû karikan gelek bas bû, ew zindî
bûn, ji ber ku gur hingî lez kiribû, hema hemû karikan bêyî bicû, bi carekê daqurtandibû.
Îca ew çi kêfxwesiyek bû ji bo bizinê û ji bo karikan...
Bizina pîr ji karikên xwe re got:
--Haydê delalên min, de zû herin keviran bînin, bila keviren wisa mezin bin ha! Hê
berî ku gur ji xew siyar bibe, em ê zikê gur bi keviran dagirin.
Û heft karik çûn kevirên mezin gindirandin anîn û heta devîmanê zikê gur bi
keviran dagirtin. Bêyî ku haya gur jê çêbe, bizina pîr zûzûka zikê wî dirût û çû xwe tevî
karikên xwe, li pist darekê vesart.
Dema ku gurê pîs û çavbirçî ji xew siyar bû, rabû ser xwe. Lê ji ber wan kevirên
mezin, ew wisa tî bûbû ku xwest here ji bîrekî hinek avê vexwe. Lê belê dema ew ber bi
bîrê ve dimesiya kevirên nav zikê wî li hev diketin û dikirin gurmegurm. Îca gurê
zikmezin got:
Ev çi gurmegurma zikê min e
Min heft karik daqurtandin
Lê gelo ew xewnek bûye?
Gur heta bîrekî bi zorê mesiya, pistre xwe bi ser bîrê de xwar kir û hinek av
vexwar. Lê belê kevirên di zikê wî de wisa giran bûn ku ew bi carekê ket binê bîrê û bi
awayekî pir xirab di nav ava bîrê de xeniqî.
Îca heft karik tevî diya xwe bi bazdan hatin, li dora bîrê bi kêfxwesiya mirina gur
reqisîn û pistre jî çûn mala xwe.
Çîroka me qediya,
xêr û xwesî li hazir û guhdaran bariya.

16 ÇÎROKÊN KLASÎK ÊN ZAROKAN BI ZIMANÊ KURMANCİ




Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Yorumlama biçimi kutucuğundan Adı/Url 'yi seçerek, isminizi ve dilerseniz mail veya site adresinizi yazıp yorumunuzu gönderin. Yorumunuz Editör onayından geçerse yayınlanacaktır. Küfür, Hakaret, İftira ve SİYASİ içerikli yorumlar ve Adı Soyadı belirtilmeyen yorumlar yayınlanmıyacaktır. Surgucum