3 Mart 2009

SAZBENDÊN BREMENÊ

SAZBENDÊN BREMENÊ

SAZBENDÊN BREMENÊ

Çîrokeke Jacob & Wilhelm Grimm
Wêne: Rahman Hussein-Izeddin Jalal

Rupel 1

Hebû carek ji caran, xêr û xwesî bibarin li hazir û guhdaran...
Hebû tunebû, li gundekî pir dûr, kereke asvanekî hebû. Ew ker bi salan
bêwestan xebitîbû, lê belê êdî qeweta wê tunebû ku barê giran hilgire. Ew her diçû
zêdetir ji hal diket û êdî ji kar re nedibû. Rojekê, xwediyê kerê biryar da ku xwe ji
kerê xelas bike. Kerê jî hîs kir ku bayekî xerab ber bi wê ve tê, îca rabû ji malê reviya
û bi riya Bremenê girt. Ew wisa difikirî ku ew ê li bajarê Bremenê, di orkestraya
saredariyê de bibûya muzîsyeneke mezin.
Ker di rê de rastî kûçikekî nêçîrê hat. Kûçik ji ber bazdanê wisa westiyabû ku
feqîro nikaribû bêhna xwe bide bistîne.
Kerê jê pirsî:
--Te xêr e, hevalê delal! Bêhna te çima wisa çikayaye?
Kûçik got:
--Ax ax, qet nepirse! Ji ber ku ez êdî pîr bûme û nikarim wekî berê li pez
miqate bibim û berra guran bidim, xwediyê min dixwaze min bikuje. Ji ber wê yekê
ez ji malê reviyam. Lê ezê êdî nanê zikê xwe çawa peyde bikim, nizanim! Haw haw!
Kerê got:
--Tu zanî, ez niha diçim Bremenê ji bo ku li wir bibim muzîsyen; tu jî bi min
re were û bikeve nav orkestraya saredariyê. Ez ê li ûdê bidim, tu ê jî li bilûrê.
Kûçik bi kêfxwesî ev pêsniyar qebûl kir û ew herdu ketin rê. Pistî demeke
kurt, li ser riya Bremenê, ew rastî pisîkeke pir xemgîn hatin.
Kerê ji pisîkê pirsî:
--Ev çi halê te ye, hevala delal, tu çima wisa xemgîn î ?
Pisîkê bersiva wê da got:

Rupel 2

--Ma ezê çawa kêfxwes bim hevalino! Ji ber ku ez êdî pîr bûme, diranên min
hew bi kêr tên û ji ber ku ez êdî nikarim wekî berê li dû miskan bibezim, xwediyê
min jî li dû ye min bixeniqîne. Min bi zorê canê xwe xilas kir lê ezê êdî çi bikim û bi
ku de herim nizanim! Miyaw!
Kerê jê re got:
--Tu jî bi me re were Bremenê. Tu ji muzîkê bas fam dikî, de were tu jî wekî
me bibe muzîsyen.
Pisîkê ev pêsniyar bi dilekî cos qebûl kir û tevlî wan bû.
Dawiyê ker, kûçik û pisîk gihîstin cotgehekê. Dîkê malê derketibû ser qurmê
darekê û bi hemû hêza xwe bang dida.
Kerê jê re got:
--Te xêr e, çi bi te hatiye, dîkê delal? Tu ewqas diqîrî ji bo guhê me biteqînî?
Dîk li wan vegerand:
--Hevalino, qet nepirsin! Xwediyê min difikire sibe ji gostê min xwarineke
xwes çêke û deyne ber mêvanên xwe. Îro heta ji min tê ez bang didim, ji ber ku sibe
ezê ne li rûyê erdê bim.
Kerê got:
--Wê çaxê tu jî bi me re were. Em niha diçin Bremenê, emê li wir bibin
muzîsyen. Çawa be dengê te jî pir xwes e û were em bi hev re muzîkên xwes çêkin.
Dîk jî ev pêsniyar qebûl kir û her çar heval; ker, kûçik, pisîk û dîk ketin riya
Bremenê. Lê belê riya wan pir dûr bû, ne mumkun bû ku ew di rojekê de xwe
bigihînin Bremenê. Ber bi êvarê ew gihîstin daristanekê û biryar dan ku seva xwe li
wê derê derbas bikin.
Ker û kûçik xwe li bin dareke mezin dirêj kirin, dîk û pisîk jî li ser darê bi cih
bûn. Lê dîk ji pisîk zêdetir hilkisiya jor û çavê xwe li derdorê gerand. Dîk dît ku ji dûr
ve ronahiyeke biçûk xuya dike. Wî bang li hevalên xwe kir û got dibe ku ew ronahî,
ronahiya malekê be.
Kerê got:
Rupel 3

--De em rabin herin. Jixwe cihê me jî qet ne xwes e li vê derê.
Her çar heval rabûn ketin rê û ber bi ronahiyê ve mesiyan. Lê ew her ku nêzî
malê dibûn, dîtin ku ronahî hê gestir dibe. Dawiyê, ew gihîstin ber malê, lê ronahiya
malê bi rastî jî gelek zêde bû û ew jî nîsana cihê diz û rêbiran bû.
Kerê, ku ew ji yên din dirêjtir bû, xwe nêzî paceyê kir û li hundir nihêrî.
Dîk jê pirsî:
--Tu çi dibînî, hevala Ker?
Kerê got:
--Ma ez çi nabînim! Li ortê maseyeke mezin, li ser tijî xwarin û vexwarin! Li
dorê jî; çar diz û rêbir rûnistine û ziyafetê dikin.
Dîk got:
--Welleh ev tam li gorî me ye.
Kerê got:
--Ah erê, lê tenê lazim e em bikevin hundir!
Çar heval bi hev sêwirîn ka ew ê çawa wan dizan ji wê derê biqewirînin.
Dawiyê, wan riyek peyde kir:
Kerê wê piyên xwe daniya ber paceyê, kûçik wê derketa ser pista wê, pisîk li
pista kûçik, û dîk jî wê li ser serê pisîkê bisekiniya. Pistî ku wan xwe bi wî rengî
amade kir, êdî zirîna kerê, newîna pisîkê, hewtîna kûçik û bangdana dîk ketin nav hev
û muzîka çar hevalan dest pê kir. Û wan bi derbekê pace sikand, xwe bi carekê çeng
kirin û ketin hundir.
Ji ber wê qerebalixê, diz ji cihê xwe hilpekiyan û ew wisa fikirîn ku xeyaletek
ketiye hundir. Bi wê saw û tirsa mezin, ew bilezûbez ji malê derketin û bazdan çûn
nav daristanê. Pistî çûyîna wan jî, çar hevalên me li dora maseyê rûnistin û wekî ku ji
xelayê derketibin, xwarinên mayî hemû xwarin. Bi dû xwarinê jî, wan lambe tefand û
ji bo razên her yek li gorî rehetiya xwe cihek peyde kir. Û ji ber ku ew pir
westiyabûn, çawa serê xwe danîn wisa jî di xew re çûn.

Rupel 4

Pistî nîvê sevê, dizên li nav daristanê ji dûr ve dîtin ku li malê lambe hatiye
tefandin û her tist bi aram dixuye. Îca sefê dizan emir da zilamekî xwe ji bo ku here
binêre ka li malê çi diqewime, û ku mumkun be ew karibin careke din vegerin malê ji
ber ku ew bê dilê xwe ji malê hatibûn dûrxistin.
Diz bi dizîka çû ket hundir û dît ku mal pir bêdeng e. Dû re ji bo ku lembeyê
pêxe, ew ket mitbexê. Dema ku wî her du çavên pisîkê yên dibiriqîn dîtin, wî got qey
ew koza agir e. Îca wî darikekî niftikê nêzî koza agir kir û di wê kêliyê de qiyamet
rabû.
Pisîkê bi carekê xwe çeng kir, pencik avêt rûyê diz û qîjewîj kir. Ji tirsan
hindik mabû ziravê diz biqete. Wî xwe ji pisîk xelas kir û xwest ji derî derkeve derve,
lê bi carekê kûçik çîmê wî girt û da ber gezan. Û di wê navberê de dîk jî hilkisiya ser
serê diz û serê wî bi nikulên xwe perîsan kir. Diz bi zor û bela xwe tam ji kûçik û dîk
xelas dikir ku îca kerê zîtikek lêda û diz ji derî pengizî û firiya derve.
Diz heta jê hat ber bi hevalên xwe bazda û bi qîrîn got:
--Birevin! Birevin, li malê cazûyek heye! Cazûyê bi neynûkên xwe yên dirêj
rûyê min da ber pencikan. Li ber derî mirovekî dirinde bi kêrê xwe lingê min da ber
kêran. Pîrebokek bi miknesa xwe li serê min xist û ez gêj kirim. Cinawirekî res jî bi
du darên mezin li min da û ez avêtim derve. Min bi zorê canê xwe xelas kiriye.
Birevin!
Pistî wê sevê, dizan êdî careke din newêrî vegerin wê derê û bi vî awayî mal ji
ker, kûçik, pisîk û dîk re ma. Êdî çar muzîsyenên Bremenê li wê malê, di nav kêf û
bextewariyê de rojên xwe derbas kirin.
Çîroka me qediya,
xêr û xwesî li hazir û guhdaran bariya.

16 ÇÎROKÊN KLASÎK ÊN ZAROKAN BI ZIMANÊ KURMANCİ

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Yorumlama biçimi kutucuğundan Adı/Url 'yi seçerek, isminizi ve dilerseniz mail veya site adresinizi yazıp yorumunuzu gönderin. Yorumunuz Editör onayından geçerse yayınlanacaktır. Küfür, Hakaret, İftira ve SİYASİ içerikli yorumlar ve Adı Soyadı belirtilmeyen yorumlar yayınlanmıyacaktır. Surgucum