20 Eylül 2009

Perwerdeyî Û Cıvak


Sala 2009-2010’an ya Perwerdeyî û Hîndariyê roja 25’ê Rezberê (Eylül) wê dest pê bibe. Ev destpêk wekî her sal bi gelek kêmayî ,astengî û dijwariyê tê holê. Ev yek serastrê li ser xwendekaran xwe rêdide. Mînak, hindikayiya dibistanan û mamosteyan bandorek neyînî li ser perwerdeyî û zarokan datîne. Ji ber hindikayiyan dibistanan li polan (sınıf) hejmara xwendekaran pir e. Cîh cîh zêdeyî 60 ye. Ji ber kêmasiya mamosteyan jî gelek ders vala derbas dîbe…

Vê tespîta ku me anî ziman hema hema li her deverên Tirkî û bi taybet li deverên Kurd lê dıjîn li ber çava ye.

Îsal ji dibistanên Seretayî heta zanîngehan nêzî 18 mîlyon xwendekar li ser rêyên perwerdeyê ne. Tevî hemi asteng û pirsgirêkên ware perwerdeyê de bername li gora armancan xwe tê meşandin.

Îro di dema em tê de dijîn li her warî guhertinên girîng û zû tê hole. Azîn û agahiyên ku mirov hîn bûye zû bi zû tê guhertin. Ji ber vê yekê pêwist e mirov xwe rojane bihêle. E v yek jî bi saya perwerdeyê bi cîh dibe. Xuyaye wê di pêşerojek nêzîk de ev hewcedariyên mirov wê bi “online” bê çareser kirin…

Ji ber vê yekê, daxwaziya me ew e di sala nû de

Divê di ware perwerdeyê de kesên afirandvan bê gihîştin,

Perwerdeyeke ji hemi civak, ziman, ol û ramana re vekirî,

Perwerdeyek ji mafên mirovan re rêzdar,

Jib o hîndariya zimanên biyan di bingeha perwerdeyê de xebatên bi armanc û watedar,

Divê ji bo zindîbûn û xwe nû kirina xwezayê(Doğa) zarok bên perwerde kirin,

Divê qeyde û rêgezên rewiştî bê hîndarî kirin,

Pêwist e bê zanîn ku perwerdeyî jiyanî ye û heta mirinê didome,

Perwerdeyeke biryarên xwe ji qada zanayê distine,

Dîvê ji dêvla qopya û texlît kirinê afirandvanî pêşkeve,

Pêwist e bê fam kirin ku desthiatdariya xweserî wê serfiraziyê bi xwe re bîne,

Ji bo hebûna mirovan girîngiya xwendina pirtûkan bê fam kirin,

Perwerdîyeke armanca wê mirov xwe pê bîne ziman bimeşe,

Van xalan û daxwaziyan mirov kare pir bike, lê bi kurtasî vana bes e.

Ez hêvîdar im van ramanên me anî ziman li Mêrdîn jî Perwerdeya Netewî (Milli Eğitim) bide ber çavan û zarokên me li gora vê felsefê bê perwerde kirin. Em baş zanin ku Li Mêrdîn û navçeyên wê, dibistan jî û mamoste jî hindikin, lê zarok jî pir pir in. Kar û bare li ber Perwerdeya Netewî pir û astengî mezin e. Tevî hemi tiştan jiyana perwerdeyê jî, wê bidome.

Ez sala nû ya perwerdeyî li hemî zarok, ciwan û mamosteyan pîroz dikim.

CEJNA WE YA REMEZANÊ PÎROZ BE

Sevgili okurlar, bir süredir sitemizde kendi köşemde Kürtçe yazılara başladım. Kürtçe’yi bilmeyen okurlarımızın zorluk yaşadığını biliyoruz. Ancak her yazının Türkçesini veremiyorum, konunun anlaşılması için. Anlayışla bizi karşılayacağınızı diliyorum.

Geçen yazımın Türkçesini özetlemek istiyorum. Kürtlerin yaşamını ve Kürt Sorununu araştıran Sayın İsmail Beşikçi’nin başından geçenleri kısaca özetlemiştim. Ayrıca Beşikçi’nin Kürt sorununun çözümü için asgari olarak federasyonu önerdiğini, nhayetinde sorunun kalıcı çözümünün bağımsız bir devletle mümkün olacağını savunan bir bilim adamı ve aydın olduğunu yazmaya çalışmıştık.

Ayrıca Artuklu üniversitesi’nin Kürdolog-Sosyolog Dr. İsmail Beşikçi’yi Mardin’e davet etmesi konusundanaçizane bir öneride bulunmuştuk. Kalın sağlıcakla…

Fereç ÇOBANOĞLU
www.mardinlife.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Yorumlama biçimi kutucuğundan Adı/Url 'yi seçerek, isminizi ve dilerseniz mail veya site adresinizi yazıp yorumunuzu gönderin. Yorumunuz Editör onayından geçerse yayınlanacaktır. Küfür, Hakaret, İftira ve SİYASİ içerikli yorumlar ve Adı Soyadı belirtilmeyen yorumlar yayınlanmıyacaktır. Surgucum