14 Mart 2010

Cîgirê Serokê Koma AK Partî Canîklî: Bila Baykal Û Bahçelî Were Mêrdîn

http://www.mardinlife.com/haberler/resimler/mardinlifecanikli.jpg
AK Parti Mardin İl Başkanlığı tarafından düzenlenen Türkiye Buluşmaları konulu konferansa katılan AK Parti Grup Başkanvekili Nurettin Canikli’nin “Herkesin diline, dinine ve düşüncesine saygılı olmak zorundayız” söylemi üzerine bizler de Mardin Life olarak arkadaşımız Faraç Çobanoğlu’nun yazdığı Kürtçe haberi sizlerle paylaşıyoruz.

Di derbarê ‘Xwevebûna Demokratîk’ de li Mêrdîn li Otela Yay Grand’ê konferansek hate li dar xistin. Cîgirê Serokê Koma AK Partî, wekîlên Mêrdîn Halît Demîr, Gonul Bekîn Şahkulu Bey, Serokê Herêma Mêrdîn Lokman Sînanoxlu, Şaredarê Mêrdîn Beşîr Ayanoxlu, serokên navçeyan û dilxwazên AK Partiyê beşdarî konferansê bûn.

Piştî Lokman Sînanoxlu bixêr hatin ji beşdarvanan re got, wekîl Halît Demîr hat ser kursiyê û axivî. Demir got ku wekî tê zanîn mîrasek ji hevdu ketî hilgirtiye û îktîdara AK Partî div î warî de serkefti ye. Welatekî gundên wî bê rê, hemwelatiyên wî ku nikarî bû nexweşên xwe bibe nexweşxanan… ya herî girîng mejiyekî kevneperest wekî mîrasê girtiye û îktîdara wan bi vê yekê re têkoşînê dide. Demîr, ragihand ku bi desteka gel di vê pêvajoyê de wan gavên mezin avêtine.

Piştî Halît Demîr, mafê axaftinê Cîgirê Serokê Koma AK Partî Nuredîn Canîklî girt. Canîklî, derbarê ‘Xwevebûna Demokratîk’ (Demokratik Açilim) de pêvajo nirxand û daxuyaniyên girîng nîşan da. Canîklî, di nava axaftina xwe de rekneyên girîng li Partiyên Dîjber kir û ji van rexneyan para mezin ji Partiya Dijber Ya Sereke (CHP) re ket. Canîklî got ku “Divê Baykal û Bahçelî her du jî werin Mêrdîn. Pêwist e ev bajar çawa bûye dergûşa şarezatiyê, bi çavan bibîne û bi hasten xwe hîs bike. Dibe ku piştî dîtina vê yekê, di nerînên wanî ku pêşiya pêşketina Tirkî dixetimîne guhertinin pêk an jî nerm bibin. Ji ber vê yekî li Mêrdîn ez bangî Baykal û Bahçelî dikim werin vî bajarî û gelên ji hêla ziman, çand û huner de ji hev du cuda ne çawa bi biratî bi hev du re dijîn, bibînin.”

Piştî axaftina Nuredîn Canîklî, kesên ku di Akademiya Siyaseta AK Partî de ketinin dereceyên bilind, sertîfîkayên xwe bi dest xistin.
Faraç Çobanoğlu

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Yorumlama biçimi kutucuğundan Adı/Url 'yi seçerek, isminizi ve dilerseniz mail veya site adresinizi yazıp yorumunuzu gönderin. Yorumunuz Editör onayından geçerse yayınlanacaktır. Küfür, Hakaret, İftira ve SİYASİ içerikli yorumlar ve Adı Soyadı belirtilmeyen yorumlar yayınlanmıyacaktır. Surgucum